Desteya jîngeghê ji bo parastina cihên geştyarî projeyekê dide hikûmetê

22-07-2021
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Geştyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor lêkolîneke Neteweyên Yekbûyî, guherîna keşûhewayê pileya germiya zeviyê 1.5 pile ji dema xwe ya asayî bilind kiriye, ev jî bûye sedema zêdebûna rûdanên xwezayî yên wek agirketin, hişkbûna çavkaniyên avê li hinek cihan û çêbûna lehiyê li hinek cihên din.

Wek rêyek ji bo kêmkirina beşek ji bandorên guherîna keşûhewayê li welatên xwe, Tirkiye û Îranê dest bi komkirina avê bi rêya çêkirina bendavan û guherîna beşek rêyên avê kiriye, vê yekê jî bandorek neyînî li ser xwezaya axê, samanê masiyan, nizmbûna ava bendavan û navçeyên geştiyarî yên Herêma Kurdistanê kiriye.   

Berdevkê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê, Ehmed Mihemed dibêje, “Me ji bo baştirkirina navçeyên geştiyarî, projeyek pêşkêşî hikûmetê kiriye.”

Ehmed Mihemmed behsa projeyê kir û got, “divê kesên geştyar dema ku serdana navçeyên geştyarî dikin, li paş xwe zibil û paşmayên xwe neavêjin û tevli axa navçeyê û çavkaniyên avê yên navçeyê nekin, çimku ew reftar hokar in ji bo pîsbûna jîngehê.”

Niha ku cejne, hejmarek zêde ya geştiyaran hatine Herêma Kurdistanê ku bêhtira wan xelkê navşçeyên naverast û Başûrê Iraqê ne.

Berdevkê Desteya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê dibêje, rojên cejnê bi giştî zêdetir ji 20 hezar geştiyaran hatine Herêma Kurdistanê.

Berpirsên hinek ji navçeyên geştiyarî amaje bi wê didin, bi çend rêyan ji bo paqijhiştina navçeyên geştiyarî kar dikin

Hikmet Abê, Berpirsê Ragehandina Geştuguzara Amêdiyê ji Rûdawê re ragihand: “Wek Rêveberiya Geştûguzarê ya sînorê qezaya Amûdiyê, me komîteyek pêk aniye bo pêşwazîkirina geştyaran, komîte li havînewarên qezaya Amêdiyê di pêşwaziya geştyaran de dibin, daku cihên geştyar serdan dikin, paqij bimînin û geştyar demeke xweş derbas bikin.”

Geştiyar bi dîmenên ciwan yên navşçeyên geştiyarî yên Herêma Kurdistanê keyfxweş in, lê qala wê dikin ku karên zêdetir ji bo parastina jîngehê pêwîst in.

Geştyarek bi navê Elî Newzad dibêje, “Xelk fêrî parastina jîngehê nebûye, cihan paqij xwedî nakin, bi taybet ew xortên ji Başûr (Başûrê Iraqê) ve hatine, her tiştekî ku dixwin, bermahiyên wê davêjin, lewra daxwaz dikim ku xelk paqijiya navçeyên geştyarî biparêzin.”

Desteya Geştûguzarê ji bo rakêşana geştiyaran xwedî planên stratejîke û dixwaze hejmara geştiyaran di sala 2025ê de bigehîne 7 milyon kesan, lê dibe ku guherîna keşûhewayê bandorê li ser wê planê jî bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst