Li Geverê 2 leşker birîndar bûn

22-05-2024
RÛDAW
Nîşan Gever Wesayîta Leşkerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li devera Oremarê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê, wesayîteke leşkerî ya Tirkiyeyê wergeriya û di encamê de 2 leşker birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, qeza duh derdora seat 17:30î li nêzîkî gundê Wezîravayê yê 5 kîlometreyan dûrî navçeya Geverê çêbû.

Li gorî nûçeya Yuksekova Halkin Sesiyê, 2 leşkerên ku di wesayîtê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê leşkerên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Hat zanîn ku derbarê bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst