Dahata Herêma Kurdistanê dê êdî tenê di hesabeke bankî de bê komkirin

22-05-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Dahat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku îro bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û amadebûna Cîgirê Serokwezîr civînek hat lidarxistin û “Biryar hat dayîn ku hesabên bankê yên hemû çavkaniyên dahatê yên li seranserî herêmê di hesabeke bankê de bên yekkirin û dawîanîna dabeşkirina rêjeyî.”

Hefteya borî 14ê Gulana 2023an piştî vegera Qûbad Talebanî û tîma YNKê, Encûmena Wezîran bi yekdengî biryara rêkxistina darayîiya giştî ya Herêma Kurdistanê qebûl kir û serokwezîr û cîgirê serokwezîr jî ji bo diyarkirina mekanîzmayeke bilez cîbicîkirina wê biryarê hatin erkdarkirin.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna îro Duşemê 22ê Gulana 2023an, “Piştî guftûgoyan biryar hat dayîn ku hesabên bankî yên hemû çavkaniyên dahatê yên li seranserî herêmê di hesabeke bankê de bên yekkirin û dawîanîna dabeşkirina rêjeyî.”

Biryareke din a civînê ew bûye ku, “Pêwîst e di demeke kurt de bi rêya sîstemeke elektronîkî girêdana bi hev a bank û xezîneya Herêma Kurdistanê bê cîbicîkirin, hem ji bo parastina dahata giştî û hem jî ji bo zelaliya dahat û xerciyan ji bo danîna planên xerciyan, ji bo hevsengiya di navbera dahat û lêçûnan de.”

Di hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kiriye ku niha bi alîkariya pisporên navxweyî û biyanî, kar ji bo avakirina sîstemeke darayî û bankî ya pêşketî û nûjen li Herêma Kurdistanê tê kirin.

Mijareke din a civînê jî, behskirina maf û dahatên darayî yên Herêma Kurdistanê bûye di proje yasaya budceya Iraqê de ku niha li Komîteya Darayî ya Encûmena Nûneran e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê pabendî rêkeftina petrolê ya 4ê Nîsana 2023an û xalên wê yên di projeyasaya budceyê de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst