Mihemed Îsmaîl: Amerîka di warê siyasî de bi ENKSê û di warê leşkerî de bi PYNKê re ye

22-04-2023
RÛDAW
Mihemed Îsmaîl: Amerîka di warê siyasî de bi ENKSê û di warê leşkerî de bi PYNKê re ye
Mihemed Îsmaîl: Amerîka di warê siyasî de bi ENKSê û di warê leşkerî de bi PYNKê re ye
Nîşan ENKS PYNK Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl li ser danûstandinên di navbera PYNK û ENKSê got, “Amerîka wek helwesta siyasî nêzîkî me ye lê di aliyê leşkerî de şirîkê wan e li dijî terorîstan. Naxwaze wan jî dûr bike û me jî dûr bike.”

Rêveberê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl roja Înê 21ê Nîsana 2023an beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rojevê bersiva pirsên Nalîn Hesen da.

Rêveberê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl li ser danûstandinên di navbera wan û PYNKê de got, “Ji ber ku wek aliyê garantor Amerîka ye kesek nikare bêje danûstandinên me û PYNKê bi temamî bi dawî bûye. Wek ENKS me ji aliyê xwe de hemû hewl dan, em cidî bûn û me pêngavên baş avêtin, me qonaxeke baş jî derbas kiriye. Wek nêrîna siyasî, lêveger û meseleyên rêveberiyê hinek xalên hindik jî mabûn li pêşiya me lê hat binpêkirin û diyar e kîjan aliyê nexwest.”

“Heger Amerîka cidî be dikare careke din lêvegerekê çê bike”

Mihemed Îsmaîl anî ziman, “Heger Amerîka cidî be dikare careke din lêvegerekê çê bike û ev danûstandin bigihêjin encamekê. Me nexşerêyek da Amerîka û wan îmze kir, cenabê Kek Mazlûm (Ebdî) jî îmze kir, du balyozên Amerîkayê îmze kirin. ENKSê bi ser de destpêşxeriyek da wek ku belgeyeke garantiyê ji bo ku careke din dubare nebin ev binpêkarî û karên xirab. Heta niha di wê qonaxê de maye. Aliyê Amerîkayê her dem me dibîne û wan dibîne, nahêle ku gelekî dûrî di nav bikeve.”

PYNK û ENKS li Rojavayê Kurdistanê bi navbeynkariya Amerîkayê ji bo rêveberiyeke hevbeş çend caran civiyan lê heta niha jî ti encam jê derneketiye.

Mihemed Îsmaîl anî ziman, “Aliyê Amerîkî dibêje em rêyekê digerin ku careke din dest bi van danûstandinan bikin. Diyar e ne bi destê wan e jî. Amerîka li cem me ne xuyaye ku bi şiklekî cidî giraniya xwe dixe meseleyê lê dîsa hêvî li ser wan e û derfetek e ji me Kurdan re ku welatekî girîng ê wek Amerîka ji bo rêkeftinekê hewl dide. Berî 2 heyvan em Amerîkiyan re civiyan.”

“Amerîka wek helwesta siyasî nêzîkî me ye lê di aliyê leşkerî de şirîkê wan e”

Mihemed Îsmaîl her wiha anî ziman, “Amerîka agahdar e ji hemû kar û xebat û pêngavên ENKSê. Amerîka wek helwesta siyasî nêzîkî me ye lê di aliyê leşkerî de şirîkê wan e li dijî terorîstan. Naxwaze wan jî dûr bike û me jî dûr bike. Em beşeke bingehîn a opozîsyona Sûriyê ne ku rola me di pêşeroja Sûriyê de divê hebe.”

Mihemed Îsmaîl li ser nêzîkbûna welatên Erebî û Hikûmeta Sûriyê jî anî ziman, “Heger vegerandina peywendiyên dîplomasî bin di navbera hinek dewletên Erebî û rejîmê de ev tiştekî ku peywendiya wê bi çareseriya siyasî nîne, pirsgirêkeke berî niha jî hebûye. Li cem miletê Sûriyê û opozîsyona wê ne girîng e, heger bibe pêngaveke ji bo çareserkirina krîza siyasî ya Sûriyê û vegerandina rejîmê ji bo Komkara Erebî, em dibînin ku krîza Sûriyê pirsgirêkeke navneteweyî û herêmî ye, mezintir e ji rêkeftina du aliyan yan jî vegerandina rejîmê ji bo Komkara Erebî.”

Kongreya PDK-Sê dê li Hewlêrê be

Mihemed Îsmaîl li ser amadekariyên kongreya PDK-S jî got, “Komîteya amadekar dest bi karê xwe kiriye, gavên baş avêtine, bername cibicî kiriye ji bo hilbijartina endaman. Endamên kongreyê nêzîkî 200 kesan e û heta niha roj nehatiye diyarkirin lê diyar e wê li Hewlêrê be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst