Kirby: Li Îraqê 3 û li Sûriyeyê jî 4 baregeh hatin bombebarankirin

03-02-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Êriş Îraq Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby ragihand ku di êrişên esmanî yên Amerîkayê de li Îraqê 3 û li Sûriyeyê jî 4 baregeh hatine bombebarankirin.

Piştî êrişa şeva Înê ya artêşa Amerîkayê li Supaya Quds a Pasdarên Îranê û grûpên Şîe yên nêzîkî Îranê li Sûriye û Îraqê, Berdevkê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby di civîna ku Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde jî tê de amade bû, daxuyaniyek da çapemeniyê.

“Hikûmeta Îraqê hat agahdarkirin”

John Kirby ragihand ku di êrişên esmanî yên Amerîkayê de li Îraqê 3 û li Sûriyeyê 4 baregeh bi serkeftî hatin bombebarankirin û got, “Êrişa Amerîkayê îşev dest pê kir lê îşev bi dawî nabe.”

Kirby bal kişand ser wê yekê ku hemû êrişan 30 xulekan berdewam kirine û diyar kir ku berî destpêkirina êrişan Amerîkayê Hikûmeta Îraqê agahdar kiriye.

John Kirby destnîşan kir ku ew êriş tolhildana leşkerên Amerîkî yên ku li Urdunê hatine kuştin bû û got ku hêzên Amerîkayê li 7 baregehan zêdetirî li 85 armanc xistine.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihand ku di nav tesîsan de fermandarî û kontrol, navendên îstixbaratê, roket û mûşek û cihên depokirina dronan hene.

John Kirby diyar kir ku armanc bi “bi awayekî hesas hatin tesbîtkirin” û ji bo zerer negihêje sivîlan bi baldarî hatin encamdan.

Berdevkê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby got, “Em ne li pey şerê bi Îranê re ne.”

Balafirên stratejîk ên B-1 jî hatin bikaranîn

Hat diyarkirin ku di êrişan de ji bilî balafirên şer ên F-16 û dronên ku niha li herêmê ne, balafirên B-1 ên menzîl dirêj jî hatine bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst