Hewlêr (Rûdaw) - Îro roja Rojnamegeriya Kurdî ye, Piştî derbasbûna 123 salan di ser derketina yekemîn rojnameya Kurdî re, hêj li beşekî ji parçeyên Kurdistanê rojnamegeriya Kurdî li ber astengiyên mezin e.
Rewşa rojnamevaniyê li parçeyên Kurdistanê û azadiya karê medyayî, herdem di bîr û helkeftên rojnamevanî de, dibine rojev û têne behskirin.
Piştî derbasbûna 123 salan di ser derketina yekemîn rojnameya Kurdî re, hêj li beşekî ji parçeyên Kurdistanê rojnamegeriya Kurdî li ber aligariyên mezin e.
Tevî ku li Başûrê Kurdistanê, aniha Kurd xwedî medyaya hemeçeşnî ya nivîskî, dîtî, bihîstî û elektronî ya bibandor in, lê li parçeyên din ew derfet ji bo rojnamevanên Kurd weke pêwîst peyda nebûye.
Niyan Ehmed, cîgira rêveberê giştî yê Ragihandin û Çapemeniyê li Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, aniha bi berawird bi salên berê, kenalên televizyonî û radyo bêhtir bûne, bi berevajî çapemeniyê û ragihandina nivîskî ku gelekî kêm bûne.
Li gorî wan amarên ku ji Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Çapemeniyê ya Wezareta Rewşenbîrî hatine dan bo Rûdawê, aniha li Kurdistanê 31 kenalên ezmanî û 127 kenalên xwecihî û 145 radyo hene.
Cîgira rêveberê giştî yê wê Rêveberiyê got: "Me rêpêdan ragirtiye, eger na, aniha bêhtir jî dibûn."
Herwiha ronî kir, ku hinek ji wan kenalên xwecihî bêhtir ji kenalekê ne, û bêhtir ji corekî li xwe digirin, lê bi yek kenalê rêpêdanê werdigirin, ew jî ji bo ku pereyan gelekî nedin.
Azad Hemedemîn, neqîbê rojnamenûsên Kurdistanê, ji Rûdawê re ragihand, li Herêma Kurdistanê 686 kovar, 257 rojname, 35 malper hatine tomarkirin, lê ti datayeke dirust li ber destên me nîne, a niha çend ji wan rojname û kovaran mane û berdewam in.
Sendîkaya Rojnamenûsên Kurdistanê 6 hezar û 807 endamên wê hene.
Ebdulla Zengene, Rojnamevan, dibêje, “Ew a ku em îro wek nûçe behs dikin sinerojê dîrok e. Ev destevayek e div hesab bo bê kirin.”
Li gorî amarên fermî yên Rêxistina Çavdêriya Çapemeniyan a Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê 797 rojname, heftename û kovaran rêdana çap û belavkirinê wergirtiye.
Nêzîkî 500 rojname û kovar, weke belavokên serbixwe dihatine hejmartin, lê niha kêmtir ji 20 daneyan ji wan çap û belav dibin, ew jî bi sedema encamên Koronayê û giranbûn û buhabûna 15 qatan a kaxezan.
Herwiha 4 kenalên ezmanî yên partiyên Kurdî û 5 radyo û bêhtir ji 15 rojname û kovarên partiyên Kurdî hene.
Wiha jî kenalên Kurdî yên ser bi hikûmetê û hejmarek ji (TV)iyên xwecihî programan bi Zimanê Kurdî, yan çend demjimêran bi Zimanê Kurdî weşanê dikin.
Herçî Bakurê Kurdistanê ye, berî 5 salan 11 televizyon, 10 radyo, 10 kovar û rojnameyên Kurdî hebûn, lê piştî guherînên siyasî û leşkerî, li gorî bernameya erkê yasayî, ew hemû rawestiyan, ji bilî kenaleke ezmanî ya ser bi hikûmetê, kenaleke zarokan a nefermî, li şûna rojnameya Azadiya Welat jî, rojnameya Xwebûn take rojname ye derdikeve.
Li Rojavayê Kurdistanê, 3 kenalên ezmanî, 8 radyo, 2 ajansên nûçeyan û hejmarek ji rojnameyên partiyên siyasî hene.
Ev yek di demekê de ye, geşbûna medyayê li wî parçeyê Kurdistanê di qonaxeke seretayî de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse