Ji bo emojiya Alaya Kurdistanê kampanyayekê dest pê kir

22-03-2024
RÛDAW
Nîşan Bokan Caf Alaya Kurdistanê Emojî Alaya Tacikistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî Helebceyî ji bo ku emojiya Alaya Kurdistanê li sîstemên klavyeyan were zêdekirin kampanyayek da destpêkirin.

Rêkxerê kampanyayê Bokan Caf ji welatiyan xwest ji ber ku Alaya Tacikistanê nêzîkî şêwaz û rengên Alaya Kurdistanê ye di şirove û parvekirinên xwe de Alaya Tacikistanê bi kar bînin.

Bokan Caf roja Newrozê 21ê Adarê dest bi kampanyayê kir û diyar kir ku dê kampanya mehekê berdewam bike.

Damezrînerê Google Crowdsource Bokan Cafê ku berê jî di zêdekirina zaraveyê Soranî ya Kurdî ya li Google Translate de rolekî girîng lîstibû, niha ji bo zêdekirina Alaya Kurdistanê ya di nav emojiyan de dest bi xebatan kir.

Bokan Caf ji Rûdawê re ragihand ku serkeftina kampanyayê girêdayî nêrîn û îradeya welatiyan e û bangî welatiyan kir ku di şîrove û parvekirinên xwe de emojiya Alaya Tacikistanê bi kar bînin.

Karê Unicodeyê ku rêxistinek bêalî ye û armanc dike karûbarên nermalavê û kodkirinê gerdûnî bike, li zêdetirî 20 milyar cîhazan tê bi kar anîn. Emojî jî ji hêla vê kompanyayê ve têne çêkirin.

Emojiyên alayan bi gelemperî ji bo welatên serbixwe têne bikaranîn lê Bokan Caf destnîşan kir ku hin herêmên ku ne welatên serbixwe ne, wekî Giravên Faroeyê, Gronland û Antartîkayê xwedî emojî ne.

Çêtir e ku serê du saetan carekê were parvekirin

Bokan Caf da zanîn, emojiya Alaya Tacikistanê li ser torên civakî çi qas zêde were parvekirin, îhtimala çêkirina emojiya Alaya Kurdistanê jî dê zêdetir bibe.

Caf da zanîn ku ew dê amarên emojiyên Alaya Tacikistanê yên ku di navbera 21ê Adarê û 21ê Nîsanê de hatine parvekirin bi kompanyaya Unicodeyê re parve bikin.

Caf destnîşan kir ku divê welatî di dema parvekirina Alaya Tacikistanê de bala xwe bidin tiştekî.

Caf hişyarî da û da zanîn ku divê emojiya Alaya Tacikistanê li ser hev neyê parvekirin çimkî dibe ku hesab werin astengkirin û çêtir e ku serê du saetan carekê were parvekirin.

Berê jî hewldanek ji bo zêdekirina emojiya Alaya Kurdistanê hebû lê amarên ku hatibûn şandin ji aliyê Unicodeyê ve nehatibûn qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst