Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Pêwendiyên Wezareta Petrolê ya Sûriyeyê Ehmed Silêman ragihand ku hikûmeta wî welatî rojane 15 hezar bermîl petrol ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dikire.
Berpirsê Pêwendiyên Wezareta Petrolê ya Sûriyeyê Ehmed Silêman derbarê petrola li deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê axivî.
Ehmed Silêman da zanîn ku hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser li ser petrolê li hev kir û got:
“Hikûmeta Sûriyeyê rojane 15 hezar bermîl petrol ji Rêveberiya Xweser dikire.”
Bi gotina Ehmed Silêman 15 hezar bermîlên petrolê yên li deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi rêya tankeran digihêjin parzûngehên li Himis û Banyasê.
Bîrên petrolê li Rojavayê Kurdistanê
Bîrên petrolê yek ji çavkaniyên herî sereke yên dahata Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ne.
Piraniya bîrên petrol û xazê yên Sûriyeyê, li navçeyên Rojavayê Kurdistanê, Dêre Zor û Reqayê ne, ku li jêr kontrola HSD û Rêveberiya Xweser in.
Rojavayê Kurdistanê bi petrolê û xaza siruştî dewlemend e.
- Ji tevaya xaka Sûriyeyê, nêzîkî ji sedî di bin kontrola HSD û Rêveberiya Xweser de ye.
- Li gorî zanyariyan, nêzîkî ji sedî 90î ji dahata petrolê û ji sedî 45ê ji dahata xaza siruştî ya Sûriyeyê, di destê Rêvebiriya Xweser de ye.
- Bêhtirî zeviyên petrolê di bin destê Rêveberiya Xweser û HSDyê de hene.
Berhema rojane ya petrolê li navçeyên Rêveberiya Xweser digihêje bêhtirî 400 hezar bermîlan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse