Dînarte - Di bombebarana Tirkiyeyê de 2 sivîl şehîd ketin

27-01-2025
Nîşan Dînarte Akrê Tirkiye Êriş Sivîl Şehîdketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebirê Nahiyeya Dînarteyê Serbest Sebrî got, “Di bombebarana Tirkiyeyê de 2 sivîl şehîd ketin.”

Serbest Sebrî ji Rûdawê re da zanîn ku her du kes jî şêniyên gundê Bamişmişê yê Akrê ne.

Nahiyeya Dînarteyê girêdayî qezaya Akrê ya Dihokê ye.

Mihemed Seîdê şêniyê Bamişmişê jî ji Rûdawê re got ku balafirên Tirkiyeyê îro sibehê bombebaran kiriye.

Mihemed Seîd diyar kir ku bombebaran bi 6 kîlometreyan nêzîkî gundê Bamişmişê bûye û 2 sivîl şehîd ketine.

Li gorî agahiyên ku Mihemed Seîd dane, ew hevjînên hev in û navê wan Cefer Celal (50 salî ye) û Tîna Mihemed (40-45 salî ye) e.

Mihemed Seîd da zanîn ku Cefer û Tîna ji gundê Nipaxê yê Dînarteyê ne lê maleke wan Bamişmişê heye û li wê derê çêlekan xwedî dikin û her roj ji bo ku êm û avê bidin çêlekên xwe diçin Nipaxê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst