Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ji bo mexdûrên erdhejê konbajaran ava dike

22-02-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Semsûr a Bakurê Kurdistanê ku ji ber erdheja Mereşê zerareke mezin dîtiye, li 5 cihên cuda konbajarên ku 25 hezar kes tê de bijîn ava dike.

Li Semsûrê zêdetirî 8 hezar xanî û avahî hilweşiyan an jî zirareke mezin dîtin. Rayedaran li 40 hezar avahiyan kontrola erdhejê kirin. Xebat bi lez û bez berdewam dikin. Li aliyekî kavil tên rakirin, li aliyê din ji bo mexdûrên erdhejê cihên ku lê bimînin tên avakirin.

Piştî erdhejên ku navenda wê Mereş bû, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Herêma Kurdistanê ku yekem alî bû gihîştine herêma erdhejê, li Semsûrê dest bi avakirina konbajaran ku 25 hezar kes dê bikaribin tê de bijîn. Tevî ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Herêma Kurdistanê vegeriyabin jî otomobîlên kolandinê û tîmên din ên teknîkî karê xwe berdewam dikin.

Berpirsê Tirkiyê yê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Ebdulwehîd Emîn Ertûşî, ji Rûdawê re axivî û got, “Em 12 roj in li Semsûrê beşdarî xebatan dibin. Tîmên me bi derfetên xwe xwarinên germ û pakêtên alîkariyê li gelên li taxan dijîn belav dikin.”

Ertûşî amaje bi wê yekê kir ku tîmên ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bibûn, vegeriyane û diyar kir, tîmên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî jî piştevaniya tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Herêma Kurdistanê kirin.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li taxa Kayalık li ser zeviyeke vala dest bi avakirina konbajarekî kir. Konên ku 10 kes dikarin tê de bijîn, dê bi hemû kelûpelên pêwîst ji bo mexdûrên erdhejê werin amadekirin.

Berpirsê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî diyar kir ku 2 roj in li ser erdeke 14 donimî dest bi avakirina konbajarekî kirine û diyar kir ku ew ê di destpêkê de 200-300 konan vedin.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ya bi kordînasyona AFADê dê li 5 cihên cuda yên bajêr 2 hezar û 500 konan vede. Di konbajarên ku tên avakirin de dê xwaringeh, nexweşxane, destav, serşok û qadên civakî jî ava bike. Di konan de dê sobe, betanî û hewcedariyên din jî hebin. Nêzî 25 hezar kesan dê  bikaribin di wan konbajaran de bimînin.

Berpirsê Tirkiyê yê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Ebdulwehîd Emîn Ertûşî diyar kir ku dê di konbajaran de kanalîzasyon û binesazî jî were çêkirin û dê di ya bajêr ve were girêdan.

Ertûşî diyar kir ku nêzî 40 karmendên Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî parêzgehên ku wêranî lê hene hatine belavkirin û anî ziman, “Li Semsûr, Mereş, Amed û Rihayê tîmên me hene. Li her parêzgehekê tîmên me li gorî hewcedariyê hatin erkdarkirin. Em hewcedariyên lezgîn ên wekî xwarina germ û betanî li Mereş û Amedê belav dikin. Me sobe anîn. Em ê wan jî li mexdûrên erdhejê belav bikin.”

Ertûşî têkildarî ku ew ê heta kengî li herêma erdhejê bimînin jî got, “Mayîna me ya li vir bi qonaxên xebatê ve girêdayî ye. Em ê demeke din li vir bin. Divê em kampan biqedînin. Piştî ku kamp bi dawî bûn em ê ji bo mexdûrên erdhejê yên li kampan ji bo demekê xwarinên germ belav bikin. Lewma dê demeke din jî xebatên me berdewam bikin.”

Ertûşî diyar kir ku rojane bi rayedarên AFAD û parêzgariyê re li ser rewşa bajêr hevdîtinan dikin û pêwîstiya mexdûrên erdhejê yên li herêmê bi kon, konteynir û sobeyan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst