Cîgirê Parêzgarê Duhokê: Ti metirsî li ser avahiyên Duhokê nîne

22-02-2023
Kerîm Şewqî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Duhok Erdhej Macid Seîd Salih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê ku zerareke gelekî zêde ya canî û maddî gihand 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, li parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê hest bi wê erdhejê hate kirin û tirsek di nav welatiyan de çêbûye bi taybet kesên di navahiyên bilind de dijîn, beşek ji wan newêrin vegerin malên xwe.

Cîgirê Parêzgarê Duhokê Macid Seîd Salih di dema beşdarbûna bultena Nîvroj a Tora Medyayî ya Rûdawê de got: "Pişkinîn bo avahiyan hatiye kirin, metirsî li ser wan nîne, lê mercên çêkirina avahiyên bilind tên guhertin." Cîgirê Parêzgarê Duhokê da zanîn ku bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Komîteyek hatiye pêkanîn bo şopandina rewşa avahiyan daku bizanin erdhejê zerar daye wan an na.

Cîgirê Parêzgarê Duhokê ku hevdem Serokê Komîteya Şopandina Avahiyan e li Duhokê diyar kir ku di komîteyê de Beşa Endazyariyê ya Zanîngeha Duhokê, Şaredarî û aliyên din beşdar bûne û got "Me serdana avahiyên nîştecîbûnê û bazirganî kir, derket ku ti bandoreke nerênî ya mezin li ser avahiyên Duhokê nebûye."

Macid Seîd Sahih got, wan hejmarên telefonê yên taybet bo welatiyan diyar kirine ku eger xaniyên wan ji ber erdhejê zerar dîtibin, dikarin lêjneyê agahdar bikin daku serdana wan bike. Komîteya Parêzgeha Duhokê encama karê xwe bi raporekê daye Wezareta Şaredarî û Geştugûzariyê.

Serokê Komîteya Parêzgeha Duhokê got ku komîteya wan serdana hemû avahiyên nîştecîhbûnê yên Duhokê û avahiyên bazirganiyê kirine û niha jî ew lîjne li ser karê xwe berdewam e. Macid Seîd Salih got, her welatiyekî/ê guman hebe erdhejê bandor li xaniyê wan kiriye dikare peywendiyê bi komîteyê bike û dê biçin û pişkinînê bo wan bikin.

Macid Seîd Salih diyar kir ku ew kar dikin bo danîna rêkarên nû yên çêkirina avahiyên bilind û kodeke taybet bo avahiyan tê danîn ku hemû bajar divê wan mercên nû cîbicîh bikin. Herwiha da xuyakirin ku berî niha biryarek hebû  komîteyeke taybet çavdêriya wan avahiyan bike ku li parêzgehê yan îdareyên serbixwe tên avakirin û dê wê komîteyê aktîvtir bikin.

Macid Seîd Salih dibêje ji ber erdhejê tirsek di nav welatiyan de çêbûye, lê navenda wan erdhejan ne Başûrê Kurdistanê ye, li Duhokê tenê hest pê tê kirin. Serokê Komîteya Parêzgeha Duhokê welatiyan piştrast dike ku ti metirsiyek li ser avahiyan çênebûye lê dîsan ew dê tedbîrên pêwîst werbigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst