Deryaya Egeyê bi 3,9 pileyan hejiya

12-08-2023
RÛDAW
Nîşan Deryaya Egeyê Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Egeyê di demjimêr 07.25an de bi hêza 3,9an pileyan erd hejiya.

Li gorî agahiyên li ser malpera Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) erdhejeke bi hêza 3,9an pileyan ku navenda wê Deryaya Egeyê bû, çêbû.

Hat diyarkirin ku erdhej 11 kîlometreyan di binê erdê de çêbûye.

Rasatxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê jî hêza erdhejê wekî 3,8 pileyan ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst