Li Dêrsimê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin

22-02-2022
Ali Haydar Gozlu
Li Dêrsimê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin
Li Dêrsimê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin
Nîşan Dêrsim Roja Zimanê Dayikê Zimanê Kurdî Zazakî
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Di Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê de wek gelek bajarên Kurdistanê, li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê jî ji aliyê şaredariyê ve ahengeke taybet bi wê rojê hat saz kirin û roja zimanê dayikê hat pîroz kirin.

Nûrerên civaka sivîl, hunermend û welatiyên Dêrsimê eleqeyeke zêde nîşanî vê ahenga taybet bi roja zimanê dayikê dan.

Di ahengê de şano, helbest û stranên bi zaravayê Zazakî yê Kurdî hatin guhdarî kirin.

Welatiyên ku beşdarî ahengê bûn bal kişandin ser zaravayê Zazakî û ji xelkê Dêrsimê daxwaz kirin ku girîngiyeke zêde bi wî zaravayê Kurdî bidin.

Welatî Yilidiz Denîz got “Em nabêjin bila zimanên din înkar bikin. Em nabêjin zimanê Tirkî, Fransî, Îngilîzî fêrnebin. Van zimanan jî fêr bibin, lê em dibêjin zimanê xwe jî jibîr nekin, zimanê xwe fêr bibin û bi zimanê xwe biaxivin. Eger mirovekî zimanê xwe jibîr kiribe, ew mirov mirî ye. Em dixwazin bila herkes bi zimanê xwe biaxive.”

Zaravayê Zazakî yê Kurdî yek ji wan 18 zimanên li Tirkiyê ye ku di lîsteya UNESCOyê ya zimanên di bin metirsiya jinavçûnê de ye. Şaredarê Dêrsîmê Mehmet Fatîh Maçoglu derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got: “Ev zaravayê Kurdî di rewşeke xirab de ye û divê malbat xwedî lê derkevin.”

Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglu ragihand “21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê, Kirmanckî (Zazakî) di nav zimanê jinavçûnê de cih digre. Em dixwazin ku ev ziman wenda nebe, her kes bi vî zimanî biaxive, bila zarokên me bi vî zimanî biaxivin, her kes li malê bi vî zimanî biaxive. Armanc û xebatên me di vî warî de ne. Bila her kes bi vî zimanî biaxive, ji ber ku ev ziman di rewşeke zehmet de ye.”

Stranên ku zarokên Dêrsimê di ahengê de gotin ji aliyê beşdarvanan ve bi kêfweşî hatin pêşwazî kirin.

Zarokên Dêrsîmê jî bi helkefta roja zimanê dayikê banga xwedî derketina li zaravayê Zazakî dikin.

Zarokê Dêrsimê Siyar Candemir dibêje “Îro Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye. Bila zimanê xwe jibîr nekin, bi zimanê xwe şa bibin, rabin û rûnên. Bila her kes zimanê xwe fêr bibe, tenê daxwaza min ew e ku her kes bi zimanê xwe biaxive û fêrî zarokên xwe bike.”

21ê Sibatê ji aliyê UNESCOyê ve 17 Mijdara 1999an li cihanê wek Roja Zimanê Dayikê hat qebulkirin. Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin. Armanca vê rojê balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê dayîkê, bilindkirina têgihiştina ji bo civakeke pirçandî û pirzimanî ye. Lê  tevî ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêdeyî 20 milyon Kurd dijîn û zimanê duyem ku herî bêhtir tê axaftin Kurdiye jî , Kurd hê jî ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bêbeş in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst