Herêma Kurdistanê hawirdekirina bacanên sor qedexe kir

22-01-2024
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Bacanên Sor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çandinî û Avê ya Herêma Kurdistanê bi mebesta handana berhemanîna navxwe û piştgirîkirina berhemhêneran, hawirdekirina bacanên sor ji bilî Îraqê ji welatên din qedexe kir.

Wezaretê ji bo berjewendiya cotkaran û çareserkirina pirsgirêka bazarkirina miqdareke zêde ya bacanên sor ên xwemalî biryara qedexekirina hawirdekirinê da.

Berpirsê Çavdêriya Gumrika Çandiniyê ya Hewlêrê Hoşyar Celîl di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand ku berê ji Tirkiye, Îran, Urdun û Sûriyeyê bacanên sor dihatin hawirdekirin.

Hoşyar Celîl bal kişand ser wê yekê ku kalîte û tama bacanên sor ên Îraqî li gorî yên welatên din baştir e û got:

“Eger ev biryar bibe sedem ku nirx zêde bibe, dê guherîn were kirin. Li Îraqê bacanên sor gelek in, têra Kurdistanê jî heye.”

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku Wezareta Çandiniyê ya Îraqê sala borî ji bo sûda cotkarên Kurdistanê hawirdekirina bacanên sor ên ji welatên din qedexe kiriye.

Wezareta Çandinî û Avê ya Herêma Kurdistanê name ji hemû aliyên pêwendîdar re şandiye ku biryar dê ji 21ê mehê ve heta demeke nediyar were bicihkirin.

Bihayê kîloya bacanên sor li Herêma Kurdistanê di navbera 500 û 750 dînarê Îraqî de diguhere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst