Amed: 32 xwendekar bi jehrê ketin

21-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Bijehrîketin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê 32 xwendekar bi gumana jehrîbûna xwarinê rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî zanyariyan li cem 32 xwendekarên dibistana Îmam Hatîpê ya Navendî ya li taxa5 Nîsanê ya navçeya Rezanê rewşên zikêş û vereşînê hatin dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn dibistanê û her 32 xwendekar bi gumana jehrîbûna xwarinê rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku xwendekar piştî çareseriya li nexweşxaneyê ji bo malên wan hatine şandin.

Li aliyê din roja Pêncşemê li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê jî 145 xwendekar bi gumana jehrîbûna xwarinê rakiribûn nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst