Li Qersê qeza: Miriyek, 3 birîndar

21-11-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Bûyera Trafîkê Qaxizman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek û taksiyek li hev qelibîn.

Di bûyerê de kesekê canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Taksiya bi şofêrtiya Mehmet S. ku ji Qersê ber bi navçeya Qaxizmanê ve diçû, li Neqeba Pasliyê ji ber ku berfê rê şemitonkî kiribû, li barhilgira bi şofêrtiya Veysel T. qelibî.

Di bûyerê de, şofêrê taksiyê Mehmet S., Medet (58), Mecit û Makude K. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qaxizmanê.

Lê tevî hemû hewldanên bijîşkî ji birîndaran Medet K.yê canê xwe ji dest da.

Li Qersê ji ber berf û pûkê çûn û hatin zehmet bûye

Li aliyê din dîsa li parêzgeha Qersê ji ber berf û pûkê li ser rêyan qeşa ketiye û aliyên pêwendîdar rê nadin barhilgirên ku lastîkên wan nehatibin zincîrkirin derbas bibin.

Herwiha barhilgirên ku barê wan gelekî giran in jî nikarin derbas bibin û di çûn û hatinê de astengî çêbûne.

Ji ber berf û pûkê li ser rêya Qers-Îdir û Qers-Erdexanê çûn û hatin zehmet bûye, çûn û hatin bi bontrol tê kirin.

Berpirsên Rêveberiya Herêma 18emîn a Rêyan, ji şofêran xwest ku lastîkên otomobîlên xwe zincîr bikin, werîs û gêrbend (taqoz) li gel xwe hilgirin û paşê bidin rê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst