17 sal di ser qetilkirina Ugur Kaymaz re derbas dibin

21-11-2021
RÛDAW
Nîşan Ugur Kaymaz Qoser Mêrdîn Ahmet Kaymaz Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 17 sal di ser di ser qetilkirina Ugur Kaymaz ê 12 salî re derbas dibin ku sala 2004an li bajarokê Qoserê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve bi 13 fîşekan li gel bavê xwe hatibû kuştin. HDP tekez dike, “Em kes û sîstema ku 12 fîşek li Ugur Kaymazê 12 salî dan, jibîr û efû nakin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro Yekşemê 21ê Mijdara 2021ê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Em di 17emîn salvegera kuştina wan de birêz Ugur Kaymaz û Ahmet Kaymazê bavê wî bibîr tînin. Lê em ên ku 13 fîşek li laşê Ugur Kaymazê 12 salî dan û wê sîstema darazê ya qatil ji tawan bêrî kirin, jibîr nakin û efû nakin.”

Dayika Ugur Kaymaz: Dest ji dosyeya kurê xwe bernadim

Heta niha ti kes di dosyeya kuştina Ugur Kaymaz de nehatiye cezakirin û Makbule Kaymaz a dayîka wî jî tekez dike ku heta li jiyanê mabe û dadperwerî çênebe, dest ji dosyeya kuştina hevjîn û kurê xwe bernade.

Roja 21ê Mijdara 2004an hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li bajarokê Qoserê yê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê bi hinceta hebûna hejmareke gerîlayên PKKê, bi ser mala Ahmet Kaymaz de girtin. Hêzên ewlekariyê piştî mala Kaymaz dorpêç kirin, li ber deriyê malê Ugur Kaymaz û Ahmet Kaymaz ê bavê wî dan ber fîşekan.

 

 

12 salî bi 13 fîşekan hat qetilkirin

Li gor raporta Pizîşkiya Dadî, Ahmet Kaymaz bi 8 fîşek û Ugur Kaymaz ê kurê wî jî ku bi şimikan li pey bavê xwe diçe ber derî 13 fîşek li laşê wî dikevin û canê xwe ji dest dide. Piştî bûyerê, Waliyê wê demê yê Mêrdînê di daxuyaniyekê de îdîa kiribû ku 2 gerîlayên PKKê hatine kuştin ku amadekarî dikirin çalakiyên çekdarî bikin. Beşeke medya Tirkiyê jî wêneyê Ugur Kaymazê 12 salî ligel nûçeyekê belav kirin û wek “terorîst” nasandin.

Li ser daxwaza malbata Kaymaz li Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê gilehî hat tomarkirin û di dosyeya kuştina Ugur Kaymaz û Ahmet Kaymaz de 4 polîs dihatin dadgehkirin. Bi hinceta emnî dosye ji Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bo Dadgeha Eskîşehîra Tirkiyê hat veguhestin. Dadgeha Eskîşehîrê bi hinceta “berevanî li xwe kirine” her çar polîs ceza nekirin û biryar da ku tawan nekirine. Ev biryara Dadgeha Eskîşehîrê bi tevahiya dengên Dadgeha Bilind a Tirkiyê hat pesendkirin.

Tevî biryara DMME, lêkolîn hat redkirin

Parêzerên Komleya Mafên Mirov a Mêrdînê dosye veguhestin Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê. Di wê dosyeyê de ku Tirkiyê biryara bêtawanbûna tohmetbaran dabû, Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê di Sibata 2014an de ji ber “binpêkirina mafê jiyanê” cezayê dana pereyan li ser Tirkiyê ferz kir. Li gel biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê li ser wê dosyeyê, Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê red kir ku careke din lêkolînê derbarê wê bûyerê de bike.

Parêzerên dosyeya Ugur Kaymaz di sala 2019an de careke din daxwaz ji Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê kirin ku çavdêriya cîbicîhnekirina biryara dosyeya kuştina Ugur Kaymaz û Ahmet Kaymazê ê bavê wî bike, lê ji wê rojê û heta niha ti pêşhateyeke nû û guhertinek derbarê wê dosyeyê de çênebûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst