Xelkê Qamişlo bi kevir û bacanan li karwana leşkerî ya Amerîkayê dan

21-10-2019
RÛDAW
Xelkê Qamişlo li nav bajêr pêşî li hêzên Amerîkayê girtin û bi avêtina kevir û bacanan ber bi wesayitên leşkerî yên wan, vekişîna artêşa Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Xelkê Qamişlo li nav bajêr pêşî li hêzên Amerîkayê girtin û bi avêtina kevir û bacanan ber bi wesayitên leşkerî yên wan, vekişîna artêşa Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Amerîka Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Vekişîna hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê bû sedema nerazîbûneke zêde, xelkê Qamişlo jî dema karwaneke hêzên Amerîkî di nav bajêr re derbas dibû, wek nerazîbûnekê bacan avêtin wan.

Piştî ku Serokê Amerîkayê, Donald Trump biryara vekişîna hêzên wî welatî ji Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê da, ji çend rojên bihorî ve vekişîna hêzên wî welatî ji Rojavayê Kurdistanê ve dest pê kiriye.

Hêzên Amerîkayê ku duh ji Til Temirê dest bi vekişînê kiribûn, gihîştin bajarê Qamişlo û duh şev ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê ve birêketin.

Dema ku karwaneke hêzên Amerîkî derbasî bajarê Qamişlo bû, hejmarek ji xelkê bajêr li ba meydana Qermutlî ya li rojavayê Qamişloyê bacan û petat û kevir avêtin otomobîlên wê karwanê leşkerî û vekişîna wan hêzan ji Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Di heman demê de hejmarek ciwanan dengê xwe bilind dikirin û ji serbazên Amerîkî re digotin, ji zarokên xwe re bêjin ku we zarokên Kurdan ji bo kuştinê bicîh hiştin.

Hêzên Amerîkayê îro danê sibê ji aliyê devera Sihêla ve derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê bûn û ji vir ve ber bi qezaya Berdereş û piştre bajarê Duhokê birêketin.

Vekişîna hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye, ku tenê 31 saet ji dema agirbesta demkî ya li bakurê Sûriyê maye, ku Amerîka û Tirkiye şeva pênşemê 17ê Cotmehê li ser wê rêkeftin kiribûn.

Amerîkayê ragihandiye, ew dê hêzên xwe yên li bakurê Sûriyê ber bi rojavayê Iraqê ve vekişînin.

Artêşa Tirkiyê ji roja 9ê Cotmehê ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiriye û herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û gunderên derdora wan xistine jêr kontrola xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst