21 kesan canê xwe ji dest dabû: Li Dêrikê Çiyayê Maziyê hatin bibîranîn

21-08-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Dêrika Çiyayê Mazî Mêrdîn Bûyerên Trafîkê Bibîranîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Par 20ê Tebaxê li navçeya Dêrika Çiyayê Maziyê ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, 21 kesan di 2 bûyerên trafîkê yên cuda de canê xwe ji dest dabû.

Ew kes doh bi merasimekê hatin bibîranîn.

Malbatên qurbaniyan, berpirsên saziyên civaka sivîl û welatiyan destpêkê li cihê bûyerê wêneyê qurbaniyan û gul danîn û wan piştre daxuyanî da.

Herwiha di merasimê de dayîka parêzer Baran Açanê ku di bûyerê de canê xwe ji dest dabû cubeyê Baran ê parêzeriyê li xwe kir.

“Bila Serokkomar di têkoşîna me ya edaletê de li kêleka me be”

Welatî Merwan Açan bang li rayedaran kirin û got:

“Em wekî malbatên ku xizmên xwe ji dest dane, bang li rayedarên dewletê, birêz Serokkomar, Wezîrê Karên Navxwe û Wezîrê Dadê dikin.

Ji bo dadmendî çêbibe bila di têkoşîna me ya edaletê de li kêleka me bin.”

Welatiyan got ev rê xirab e û bûye sedema mirina bi dehan kesan lê heta niha jî rayederan ji bo çêkirina wê rêyê ti gav ne avêtiye.

Ew dixwazin ji bo barhilgiran li derveyî bajêr rêyeke taybet were çêkirin.

“21 welatiyên me ji ber îhmalkariyan canê xwe ji dest da”

Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elik ev bûyer wekî komkujiyê bi nav kir û wiha anî ziman:

“Di vê bûyera biêş de me hevpîşeyê xwe yê ciwan Baran Açan ji dest da.

Berî salekê vê rojê 21 welatiyên me, di encama qezayeke wekî komkujiyê de, di encama îhmalkariyan û kêmasiyan de canê xwe ji dest da. Vê dilê me teva şewitand.”

Li navçeya Dêrika Çiyayê Maziyê 20ê Tebaxa 2022yan li ser rêya nava bajêr di 2 bûyerên trafîkê yên li pey hev de 20 kesan canê xwe ji dest da û 47 kes birîndar bûn.

Derbarê bûyerê de 5 kes têne darizandin.

Di rûniştina dozê ya ku 20ê Hezîrana 2023yan li 1emîn Dadgeha Cezayê Giranê bi rê ve çû de, şofêrê barhilgira yekem Umut G. hat berdan.

Li aliyê din, şofêrê barhilgira duyem Yunus Ş. hat girtin û doz hat paşxistin.

Ji bo her du şofêr û 3 berpirsên kompanyayên van barhilgiran ji 2 heta bi 15 salan cezayê zindanê tê xwestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst