Dîsa li Mêrdînê şewat derket!

21-06-2024
Mehmed Salih Bedirxan
Nîşan Mêrdîn Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundên navçeya Rişmilê ya Mêrdînê careke din agir bi daristanê ket û bi sedan dar şewitîn.

Li sêgoşeya gundên Qurdîsê, Alûca, Xirbe û Zeytûna yên navçeya Rişmilê ya Mêrdînê agir bi daristanê ket.

Xelkê gundê Alûca û namzetê DEM Partiyê yê şaredariya Rişmilê Samî Îldem li ser şewata gund ji Rûdawê re axivî.

Samî Îldem da zanîn ku xelkê herêmê bi derfetên xwe hewl da û agir hat vemirandin.

Li gorî gotina Samî Îldem herî kêm bi hezaran donim daristan şewitiye.

“Metirsî heye careke din agir derkeve”

Samî Îldem amaje bi wê yekê kir ku metirsî heye careke din agir derkeve û wiha got:

“Aniha 15 îtfaiyeyên şaredariya me ya Mêrdînê me li herêmê ne, îtfaiye heta cihekî dikarin midaxele bike.

Ew aniha ji bo parastina gundan li ber gundan in

Metîrsî heye careke din agir derkeve ba heye çol e. Mirov nizane bê ka dê çi bibe.”

Li gorî gotina Samî Îldem ti zirara canî çênebûye û heta niha bi tenê rêzên xelkê herêmê û daristan şewitîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst