Leşkerên Tirkiyê bi ser gundekî Wanê girtin û bi gulebaranê xelk tirsandin

21-06-2022
RÛDAW
Nîşan Wan Elbak Gundê Xaşkanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Elbakê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê leşkerên artêşa Tirkiyê bi armanca desteserkirina welatiyekî bi ser gundê Xaşkanê de girtin û bi gulebaranê xelk tirsandin.

Dîmenên gundê Xaşkanê ser bi navçeya Elbakê derenga şeva Duşemê 20ê Hezîrana 2022ê li ser medya civakî belav bûn û bû sedema nerazîbûnê.

Hejmareke zêde ya leşkeran bo desteserkirina welatiyê Kurd yê bi navê K. A bi ser gund de girtine û di dema desteserkirinê de hemû bi hevre gulleyan ber bi esman ve dirêşînin û xelkê gund ditirsînin. Leşker li wan jinan didin ên ku nerazîbûna xwe pêşan didin û qêrîna zarokên ji dengê çekan ditirsin zêde dibe.

Parlamentera HDPê ya Wanê Muazzez Orhan li ser hesabê xwe yê Twitterê ev dîmen belav kirine û dibêje: “Ev der ne Gazze ye Elbak e li parêzgeha Wanê. Ewên gulleyan dibarînin ne leşkerên Israîlê ne hêzên ewlekariyê yên AKPê ya faşîst in. Ne şer desteserkirin e. Her ku dîktatoriya AKPê wenda dike êrîşî Kurd û jinan dike. Ew kesên ku difikirin dê bi tirsê xelk bêdeng bibe ev gel nas nekirine.”

Derbarê dîmen de hejmarek welatî û parlamenteran peyamên nerazîbûnê parve kirine û amaje bi wê yekê dane ku ev dîmen wek dîmenên salên 1990î yên li Bakurê Kurdistanê ne û divê ev yek neyê qebûl kirin.

Parêzgariya Wanê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û li gor îdîayên Parêzgariyê di dema desteserkirina wî kesî de gundiyan kevir avêtine wesayîta leşkeran û wan jî bi armanca belavkirina xizmên wî kesî gulle ber bi esman ve reşandine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst