Hewlêr (Rûdaw) - 5emîn Lûtkeya Aborî û Bazirganîyê ya Tirkiye-Iraq ku ji aliyê Komeleya Pîşesazî û Karsazên Tirkiyê-Iraqê ve li Îzmîrê hatiye organîzekirin dest pêkir û dê 4 rojan berderwam bike. Serokê komelaya Karsazên Tirkiyê û Iraqê Newaf Kiliç got “Em dixwazin di navbera Hewlêr û Îzmîrê de geştên esmanî destpê hebin”
Di lûtkeya ku serokên odeyên bazirganî, pîşesazî û karsazên ji Herêma Kurdistan û Iraqê beşdar bûn bi pêşwazîya şaredarê Îzmîrê Tunç Soyer re pêk hat.
Ji xeynî Hewlêr û Silêmaniyê karsazên Bexda, Necef û Kerbeleayê beşdarî lûtkeyên bûn.
Şaredarê Îzmîrê Tunç Soyer ê ku pêşwaziya Karsazan dike ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku bajar di ji holê rakirina bandorên neyînî yên pandemiyê li ser aboriyan, xwedî berpirsiyariyek mezin in û wiha berdewam kir “Pandemî zirarek giran daye. Ew pirsgirêkek çêkiriye ku li gelek deveran jiyana bazirganî ya mirovahiyê asteng dike û tûrîzmê asteng dike. Naha em neçar in ku vê serdemê zû bi zû asayî bikin û zû bilezînin. Li vir, bê guman, gelek kar hene ku bajar bikin. Ji me re hêsantir e ku em bi bajaran bazirganiyê bikin. Ji ber vê yekê em îro ji mêvanperweriyê pir kêfxweş in. Ez hêvî dikim ku serdana wan dê ji bo her kesî encamên bi sûd û bereket bide.”
Serokê komelaya Karsazên Tirkiyê û Iraqê Newaf Kiliç ku serpereştiya vê lûtkeyê dike, di derbarê sedema ku vê lûtkeyê li Îzmîrî organîze kirine de dibêje ji ber Îzmîr Sêyemîn bajarê mezîn yê Tirkiyê ye, bajarekî pişesazî û li ser derya Egeyê ye wan ev bajar hilbijartine.
Herwiha Kiliç diyar kir ku Îzmîr hinek Kurdistanê û Iraqê dûr maye û dixwazin ku Îzmîrê nêzik bikin.
Newaf Kiliç tekez kir û got “Em dixwazin ji îro pê ve em dixwazin geştên esmanî di navbera Îzmîr – Hewlêrê û Îzmîr - Bexdayê çê bibin, ji ber ku çûndi hatin giringe, ev çûndin û hatin dê bandoreke mezin li bazîrganiyê bike.”
Kiliç diyar kir ku ew dixwazin bajarên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê nêzîkî hev bikin, lewra li gorî pêşniyaran, dê bajarê Hewlêr û Mersîn, Silêmanî û Îzmîr weke bajarên bira bêne destnîşankirin da ku hevkariya di navbera wan bajaran de bê xurtkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse