“Ji ber ku PYDê rê neda ENKSê Deriyê Sêmalkayê hate girtin”

21-05-2023
Xalid Cemîl Mihemed
“Ji ber ku PYDê rê neda ENKSê Deriyê Sêmalkayê hate girtin”
“Ji ber ku PYDê rê neda ENKSê Deriyê Sêmalkayê hate girtin”
Nîşan Deriyê Pêşabûr Deriyê Sêmalka Rojavayê Kurdistanê Herêma Kurdistanê PYD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi girtina Deriyê Sînorî yê Pêşabûr – Sêmalka, karvedanên cuda derdikevin. Serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye got, “ENKSê xwest biçe vekirina Yadgeha Nîştimaniya Barzanî lê PYDê rê neda ku partiyên ENKSê di vê roja girîng û pîroz de amade bin. Ew bû sedema girtina vê deriyê.”

Serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye (PDKS), ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ji ber ku Rêveberiya Xweser û berpirsên Deriyê Sêmalka rê nedan mêvanên merasîma vekirina Yadgeha Nîştimaniya Barzanî ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, ew derî hate girtin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Hesen Remzî anî ziman, “Di 11ê vê mehê de bi vexwandina Serok Barzanî ENKSê xwest biçe vekirina Yadgeha Nîştimaniya Barzanî lê PYDê rê neda ku partiyên ENKSê di vê roja girîng û pîroz de amade bin. Ew bû sedema girtina vê deriyê.”

Bandora girtina wî deriyê sînorî li ser welatiyên Rojavayê Kurdistanê heye û xelk daxwaza vekirina derî dikin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Hesen Remzî got, “Em dizanin ku ev derî alîkar e ku pêkhateyên deverê ji xwe re bi kar bînin di warê siyasî, civakî, aborî û mirovî de take rê bû ku welatî ji xwe re bi kar bînin lê mixabin ji encamên kiryarên PYDê ev derî careke din hate girtin. Em bang li Amerîkayê dikin fişarê li ser PYDê da ku rê xweş bike û careke din ev derî were vekirin, pêşiya welatiyan veke û miletê me bi tevahî jê sûdê bigire.”

Roja Şemiyê 20ê Gulana 2023an dema dawiyê ya diyarkirî bû ku Deriyê Sînorî yê Pêşabûr - Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de vekirî be û piştre heta demeke nediyar girtî dimîne.

Ji roja Pêncşemê 11ê Gulana 2023an ve, Deriyê Sînorî yê Pêşabûr – Sêmalka, di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hate girtin.

Piştî alozbûna rewşa ewlehî, leşkerî û aborî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, 6ê Çileya 2013yan, bi biryareke Serok Mesûd Barzanî Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hate vekirin.

Armanca wê deriyê ew bû ku alîkariya hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê bê kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst