Rêveberiya Xweser hişyarî da cotkaran

21-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, eger berhemên çandiniyê yên her cotkarekî bê şewtandin, ew ti kesî qerebû nakin.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de dibêje, pêwîste hemû cotkar hişyar bin û tedbîrên xwe yên pêwîst werbigirin, ji bo parastina berhemên xwe yê çandiniyê ji agir û şewitandinê.

Di daxuyaniya xwe de, Desteya Çandiniyê herwiha daxwaz dike ku cotkar hevahengiyê bi komîteyên taybet re bikin.

Desteya Çandiniyê dide xuyakirin ku eger şewatek çêbû yan jî ziyan gihişte erdên çandiniyê, ew ne berpirsyar in û ti kesî qerebû nakin.

Her sal di dema berhevkirina dexlûdan û berhemên çandiniyê de, bûyerên agirketin û şewatê di erdên çandiniyê yên Rojavayê Kurdistanê de çêdibin û zirarek mezin digihije cotkarên navçeyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst