Hewlêr (Rûdaw) – Xwendekarekî Kurd ê ji Agiriya Bakurê Kurdistanê, li bajarê Çanakkaleyê yê Tirkiyeyê xwe kuşt.
Xwendekarê zanîngehê yê bi navê Samet Taş, şeva borî xwe ji tebeqa 5an a şevîmana zanîngehê avêt xwarê.
Li gorî ku hevalên wî dibêjin Samet piştî ku ji kar hatiye çavên xwe gîre dane û xwe avêtiye.
“Ji we hez dikim, bibûrin”
Samet beriya ku xwe bikuje ji malbata xwe re kurtenameyek nivîsiye:
“Dayê, xwişkê, bavo min bibexşînin. Ji we hez dikim, bibûrin.”
Sametê ji navçeya Panosê ya Agiriyê, mamostetiya pêşdibistanê dixwend û xwendekarê pola yekem bû.
Samet ber xwendina xwe re dixebitî jî û piştî ku zanîngeh qedand dê bibûna mamoste.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse