Ayşegul Dogan: Ji bo pêvajoya aştiyê ti danûstandin nînin

21-03-2024
RÛDAW
Nîşan Ayşegul Dogan DEM Partî Newroz Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ayşegul Doganê di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê de ragihand, ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê ti danûstandin nînin û eger danûstandin bi Abdullah Ocalan re hebin ew dê jê agahdar bin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li Qada Newrozê ya Amedê beşdarî bultena Rûdawê ya Newroza Amedê bû.

Doganê li ser danûstandinên bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re û çareseriya Pirsa Kurd got:

“Ti zanyarî li ser rewşa Abdullah Ocalan nînin. Rê nayê dayîn em biçin serdana wî.”

Rûdaw: Ayşegul Xanim Newroza we pîroz be.

Ayşegul Dogan: Cejna we ya Newrozê jî pîroz be. Newroz li 4 parçeyên Kurdistanê pîroz be. Ji vir heta Mehabadê, heta Hewlêr, heta Kobaniyê, heta ew kesên aniha ne li ser xaka xwe ne. Ew kesên ji bo birêveçûna ahengên Newrozê li ser xaka xwe gelekî bac dane û niha li dûrî welat dijîn. Em Newroza wan kesan pîroz dikin û ji vê derê ji Amedê, em silavan ji hemû zindaniyên me yên siyasî re dişînin.

Rûdaw: Gelo hûn vê Newrozê wekî derfetekê ji bo destpêkirina pêvajoya çareserî û aştiyê dibînin?

Ayşegul Dogan: Meydanên Newrozê, her carê, her salê li ku bin, bûne meydanên daxwaz û hêviyên gelê Kurd ji bo çareserkirina Pirsa Kurd. Newroz ji bo Kurdan xwedî wateyeke gelekî girîng e. Li ku derê be ji bo wê taybetmendiya xwe heye. Ew jî serhildan e, li dijî zilmê, zordariyê ye, têkoşîn e. Min jî wekî we li meydanên Amedê ji nêzîk ve wekî rojnameger gelekî kar kiriye.

Sal bi sal daxwaza xelkê mezintir dibe û dev jê bernadin. Destên xwe dirêj dikin. Ji bo Kurdan ew zemîn her dem amade ye. Kurd ji bo wê amade ne. Lêbelê ew ji bo operasyoneke serbazî ya derveyî sînoran amadekariyê dikin. Li kû derê destkefteke Kurdan hebe çavên wan li wê ye. Pêwîst e, desthilatdar û rêveberên vê komarê û ew kesên biryara operasyon û şer didin ew bibêjin ev derfet e. Li hemû xaka erdnîgariya Kurdistanê, doh li Cizîrê, li Geverê, îro li Amedê hefteya borî 17ê mehê li Stenbolê heman daxwazên xwe ji cîhanê re tînin ziman.

Rûdaw: Bi raya we desthilat amade nîne û ti nîşaneyek nîne û hûn çi nîşaneyekê nabînin?

Ayşegul Dogan: Ti amaje nînin, ti nîşane nînin. Pêwîst e bibe biryara dewletê. Di salên 1990-1991ê heta niha gelek caran li Tirkiyeyê hewlên çareseriya Pirsa Kurd hatine ceribandin. Lêbelê…

Rûdaw: Tê gotin danûstandinek heye li Îmraliyê û li aliyên din, hûn wê piştrast dikin?

Ayşegul Dogan: Nexêr nîne, ez wekî Berdevka DEM Partiyê dibêjim, ji bo çareserkirina Pirsa Kurd, bi ti awayî danûstandinek di navbera me û desthilatê de nîne.

Rûdaw: Wekî DEM Partiyê bi we re nîne lêbelê dibe ku bi dizî li Îmraliyê hebe?

Ayşegul Dogan: Nexêr, eger tiştekî wisa hebûya em jî agahdar dibûn. Deriyên Îmraliyê girtî ne. Ti kes nikare bi ti awayî zanyarî û nûçeyekê ji Îmraliyê wergire. Malbata wî û parêzer jî nikarin ti zanyariyê wergirin. Wekî parlementer, wekî koma DEM Partiyê em dixwazin biçin serdanê lêbelê em bê bersiv hatine hiştin. Em çûn serdana Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamantoyê jî. Me got, em dixwazin li cihê wî serdana wî bikin, çi heye Ii wir çi rû dide? Çima deriyê Îmraliyê girtiye? Çima deriyê wê giravê wekî qutiyekê girtî tê hiştin? Sedema wê çi ye? Ew hemû kesên ku li vir amade ne dixwazin dengê Abdullah Ocalan bibihîzin. Dibêjin, em dixwazin dengê birêz Abdullah Ocalan bibihîzîn. Eger deriyê Îmraliyê were vekirin wê deriyê xêr û mizgîniyê jî were vekirin. Niha ti xeberek ji Ocalan nîne. Çawa danûstandinek wê pêk were?

Rûdaw: Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê li ser vê tiştekî dibêje?

Ayşegul Dogan: Wezareta Dadê li ser vê yekê tiştekî nabêje, me çend caran bangewazî kir. Wekî koma DEM Partiyê me çend caran serlêdan kir lêbelê di wê derbarê de û derbarê Girava Îmraliyê de Wezareta Dadê tiştekî eşkere nake. Ev daxwazeke gelekî mezin e, hûn jî dizanin çend meh in, li zêdetirî 100 zindanên Tirkiyeyê bi heman sedemê girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne.

Rûdaw: Beriya bi demekê di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de birêz Ahmet Turk ragihand, her çend bi nefermî jî be, civîn û danûstandinên wan bi parlementerên AK Partiyê re hene, ev tê çi wateyê?

Ayşegul Dogan: Wekî we bi xwe jî got, bi tiştên nefermî û danûstandinên bi kesan re Pirsa Kurd çareser nabe. Ti wateya danûstandinên nefermî nînin. Rast e, Ahmet Turk di hevpeyvîna xwe de wisa dibêje lêbelê wê jî dibêje, ew danûstandin nefermî û şexsî ne.

Rûdaw: Lêbelê dibe ku ew hinek peyaman bigihînin?

Ayşegul Dogan: Pirseke wisa 100 salî ya wekî Pirsa Kurd, bi wî awayî çareser nabe. Em wê dizanin û me ew ceribandiye. Em di nava wê de jiya ne. Jiyana her Kurdekî bi wî awayî ye. Çawaniya çareserkirin û rêya çareserkirinê dizanin. Çima? Ji ber ku em di jiyana xwe ya rojane de dibînin. Di jiyana xwe ya rojane de encamên wê dibînin. Dema bayek tê em dizanin, ew ba ji bo çi ye? Dema wê nebe jî em dizanin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst