Li Cindirisê dijî kuştina 4 welatiyên Kurd xwepêşandaneke berfireh birêve çû

21-03-2023
Hisên Omer
Li Cindirisê dijî kuştina 4 welatiyên Kurd xwepêşandaneke berfireh birêve çû
Li Cindirisê dijî kuştina 4 welatiyên Kurd xwepêşandaneke berfireh birêve çû
Nîşan Cindirês Welatiyên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Cindirêsê yê herêma Efrînê, bi hezaran welatiyên Kurd ji hemû navçeyên herêmê li bajarê Cindirsê kom bûn. Welatiyên Kurd ji her çar aliyên herêmê bi karwanên otomobîlan ji sibeha roja sêşemê ve berê xwe dabûn nav bajarê Cindirêsê.

Bi hêrs û coşeke mezin, welatiyên Kurd kuştina her çar welatiyên kum şeva Newrozê li bajarê Cindirêsê yê Efrînê li ser destê grûpa çekdar a Ehrar el-Şerqiye ya opozisyona Sûriyê hatibûn kuştin, protesto kirin û siloganên azadiyê bi dengê bilind xwendin.

Xwepêşanderan daxwaza desttêwerdan û parastina navdewletî kirin.

Keçek kurd ku li xwepêşandanê beşdar bû bangî hemû cîhanê kir ku êdî vê zilm û zordariyê li ser xelkê Efrînê rakin.

Xwepêşandereke Kurd dibêje "Em dixwazin di malên xwe de rûnên, em sîleh naxwazin. 5 sal in em di bin zilmê de ne, êdî bes e ji vê zilmê re. Ez nizanim lê yê ku vê bûyerê kir 4-5 mirov ji malbatekê kuştin. Em azadiyê dixwazin."

Jinek ji kesûkarên qurbaniyan li naverasta Cindirsê û li pêş xwepêşanderan hawar dike û divêje xwezî ez li gel zarokên xwe şehîd bibûma.

Kesûkara qurbaniyan dibêje "Bila ez bi zarokên xwe re çûbûma, şehîd biketima. Bila ez îro li şna vana şehîd biketama. Heqê mirov qet wenda nabe. Kurmanc namirin. Şefîd namirin. Bijî Barzanî, serkeftin ji Barzanî re, ji Pêşmergeyan re."

Nîvroja sêşemê, cenazeyê her çar qurbaniyan guihîşte nav bajarê Cindirêsê û ji aliyê bi hezaran welatiyên kurd ve hatin pêşwazîkirin.

Şeva Newrozê, dema ku çend welatiyên kurd ji yek malbatê agirê Newrozê li pêş mala xwe li bajarê Cindirêsê dadabûn, hejmarek çekdarên Ehrar el-Şerqiyê ew ji berê ve dabûn ber guleyan û demildest 3 welatiyên canê xwe ji dest dabûn, û 2 kes jî birîndar bûbûn. Li nexwşxaneyê birîndarekî canê xwe ji desta û hejmara qurbaniyan bû çar kes.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst