HAT NÛKIRIN - Li Amedê bi dehan hezar kes Newrozê pîroz dikin

21-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê şahiya Newrozê di bin tedbîrên emnî de destpê kir û kesên ku dixwazin bi cilûbergên Kurdî yên weke şal û şapik derbasî qada Newrozê bibin ji aliyê polîsan ve rê li ber wan tê girtin.

Rûdaw bi rûmaleke taybet şahiya Newroza li Amedê vediguheze.

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê îro 21ê Adarê ahengeke mezin a Newrozê, bi dirûşma ““Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” û weke fînala Newroza Bakurê Kurdistanê tê sazkirin.

Ji bo rêzgirina qurbaniyên erdhejê dik Newrozê bi rengê reş hatiye xemilandin û peyama “Bila serê gelê me sax be” li ser hatiye nivîsandin. 

Li Amedê deriyê qada Newrozê saet 9:30 hatin vekirin xelkê bajar pêl bi pêl diherike Parka Newrozê û ji Cadeya Newrozê û Taxa Bagcilarê ve ji 4 baskan ve piştî pişkînîna polîsan dikevin qada Newrozê.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Serokê Giştî yê PÎAyê Mehmet Kamaç û gelek parlamenterên HDPê beşdar dibin.

Di Newroza îsal de hunermend Mikaîl Aslan, Aryen Kom û Şerzad jî dê derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkeş bikin.

Polîsa rê li ber cilûbergên Kurdî girtin

Polîsên Amedê rê nade kesên bi cilûbergên Kurdî derbasî ahengê Newrozê bibin

Polîs li Amedê, rê li wan welatiyan girt ku bi cilûbergên Kurdî yên weke şal û şapik dixwestin derbasî cihê merasîma Newrozê bibin.

Li ber deriyên meydana Newroza Amedê polîsan bendên kontrolê danîne.

Polîs rê nade ku welatî bi coreke cilûbergên Kurdî derbasî meydana Newrozê bibin. Beşeke wan welatiyan ji Rûdawê re gotin, polîs ji wan re gotiye, “me nikarin we derbas bikin û herin cilûbergên xwe buiguherin.”

Herwiha ji bilî wê jî, polîsan rê nadin ku ew welatî li derdora qada Newrozê jî bimînin, da kesek wan nebînin.

Hevserokê HDPê yê Amedê Zeyyat Ceylan ku bû mêvanê weşana Rûdawê, diyar kir ku hêzên ewlehiyê "bi hinceta cil û bergên Kurdî li xwe kirine rê li ber wan tê girtin derbasî qada Newrozê bibin û got: “Li gorî agahiyên ku ketine destê me, yên kes hatine desteserkirin."

"Em li benda milyonek kesî ne"

Derbarê rêjya beşdarkirinê de Zeyyat Ceylan got: “Em îro li Amedê li hêviya milyonek kesî ne. Fînala Newrozê dê îro li vir bê lidarxistin. Daxwazên Kurdan dê li vê meydanê werin ziman.”

“Ev Newroz ji bo xwedîlêderketina mexdûrên erdhejê ye”

Ceylan diyar kir ku wan bi êşa erdhejan pêşwazî li Newrozê dikin û got: “Ev Newroz dê bibe Newroza xwedîlêderketina malbatên mexdûrên erdhejê. Hewl didin bi mîlyonan mirovên bê mal bidin jibîrkirin, lê ev Newroz wan ji bîr nake. Rengê Newroza îsal reş e. Kurd dema şînê dikin reş li xwe dikin. Rengê mirin û şînê îro reş e, lewma afîş û cil reş in. Dilê me di şînê de ye.”

Ceylan herwiha got: “Em îsal bi dirûşma `Her der Newroz, her dem azadî` Newrozê pîroz dikin. Em vê pêvajoyê jî weke destpêkeke ku serkeftina pêvajoya hilbijartinê tê dayîn dibînin. Gelê Kurd Newrozê weke vejîn û berxwedanê dibîne. Ev peyam dê îro ji vê qadê ji gelê Kurd û cîhanê re bê dayîn.

Taşçier: Em hêvî dikin ev Newroz bibe wesileya yekrêziya Kurdan

Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier jî diyar kir ku ji ber erdhejê wan guncav nedîtin ku Newroza îsal weke şahiyekê pîroz bikin.

Taşçier ku li qada Newrozê ya Amedê beşdarî weşana zindî ya Rûdawê bû, diyar kir ku gelek kesên ku bi cilûbergên xwe yên Kurdî çûne Newrozê bi hinceta "cilên PKKyiyan li xwe kirine" hatin astengkirin  û got ku ew tenê ji bo astengkirinê hincet in.

Taşçier li ser nirxandina ku dê pîrozbahiya Newrozê ji aliyê HDP'ê ve weke mitînga hilbijartinê bê lidarxistin jî wiha axivî: “Ji bo hilbijartinan hêj dem maye, lê em ketine pêvajoya hilbijartinê. Lê belê HDP li qadan çi bêje dê weke hilbijartinê bê dîtin. Di rojevê de hilbijartin heye, dema çûna herêma erdhejê jî, hilbijartin di rojevê de ye.”

Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier herwiha hêvî xwest ku Newroza îsal di nava Kurdan de bibe wesileya yekrêziyê.

Nûnerê PSKê: Em Newroza 2023an bi xemgînî pêşwazî dikin

Nûnerê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Ahmet Kilil jî ku beşdarî çalakiya Newrozê bûye bû mêvanê Hêvîdar Zana.

Ahmet Kilîl diyar kir ku tevlîbûna Newrozê ji bo “Tifaqa Kurdistanî girîng e” û got: “Li gorî me divê HDP jî di nava vê tifaqê de cih bigire. Dîsa weke hûn jî dizanin em Newroza 2023an bi xemgînî pêşwazî dikin. Ji ber êşên ku di erdhejê de hatin jiyîn, pêwîstiya me bi yekîtiyê heye û pêwîstiya me bi peydakirina dermanê gelê xwe û çêkirina sînerjiyek di pêşerojê de heye.”

Kilil diyar kir ku danûstaninên ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê dewam dikin û diyar kir ku di rojên pêş de Hevserokên HDPê dê serdana PSKê bikin.

Kilil got: “50 sal in em ji bo azadî û mafên gelê Kurd têdikoşin. Îro ji bo vê mebestê çi ji me tê xwestin em amade ne ku bikin. Em dibêjin em ji bo paşeroj û berjewendiyên gelê Kurd amade ne.”

Nûnerê PSKê herwiha da zanîn ku wek PSK di vê Newrozê de tekezî li ser yekitiya gelê kurd kirine û got ku ew bi PAK û TDK-TEVGERê re tevdigerin  û daxwazên xwe weke tifaqa sêalî wiha rêz kirin: “Qebûlkirina zimanê Kurdî wek zimanê fermî. Naskirina nasnameya Kurdî û garantiya wê ya destûrî. Azadkirina girtiyên siyasî. Eşkerekirina cihên gorên rêberên Kurd. Vegerandina navên wan li cihên ku navên wan hatine guhertin.”

Ahmet Turk: Mafê ti Kurdekê nîne ku dengê xwe bide vê desthilatdariyê

Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî beşdarî pîrozbahiya Newroza Amedê û tê de gotarek pêşkeş kir û got: “Newroz ji bo gelê Kurd rojek gelek bi rûmet e.”

Ahmet Turk dibêje: “Em dizanin îro dilê me xem e. Li Mereşê erdhej çêbû. Em dibêjin di erdhejê de kesên ku jiyana xwe ji dest dane em rihma xwedê dixwazin. Serê malbatên me sax be. Kawayê Hesinkar li çiyayên Zagrosê agirê Newrozê pêxist. Ji wê rojê heta îro Kawayê Hemdemîn û hevrêyên xwe agirê Newrozê gur kirin. Îro em di demek guherandinê de di demek girîng de ne.”

Turk amaje bi wê yekê kir ku  girîngiya hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiyê kir  û got: “Em di heyamek guherînê û veguherînê de ne. Em ê li dijî faşîzmê berxwedana gelan mezin bikin. Ji bo em di hilbijartina pêşiya me de vê faşîzmê hilweşînin û Komara Demokratîk pêk bînin, em dê bi hev re têkoşînek biryardar bikin. Armanca me ew e ku li dijî zextên li ser gelê Kurd berxwedan bê kirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Turk got: “Heger hûn li hemberî vê desthilatdariya ku dijminatiya gelê Kurd dike bêdeng bimînin û yên ku piştgiriyê didin dijminatiya gelê Kurd dikin. Ev bêehlaqiyek mezin e. Ez dixwazim vê eşkere bibêjim. Mafê tu Kurdekî tune ku deng xwe û piştgirî bide vê desthilatdariyê. Belê, ji bo avakirina cîhanek nû, pergalek nû serdemek geş li pêşiya me ye. Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e. Em neçarin ku têkoşîna vê yekê bikin.”

Siyasetmedarê Kurd herwiha tekez kir ku divê dawî li girtiyên siyasî were anîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst