Bi dehan konsul û nûnerên welatan beşdarî şahiya li 'Paytexta Newrozê' bûn

21-03-2022
Nayîf Remezan
Newroza Akrê (Wêne: Bilind Tahir/Rûdaw)
Newroza Akrê (Wêne: Bilind Tahir/Rûdaw)
Nîşan Newroz Bakurê Kurdistanê Akre Paytexta Newrozê
A+ A-

Akre (Rûdaw) - Konsul û nûnerên 40 welatan beşdarî karnevala Newrozê ya Akrê bûn û cejna Newrozê pîroz kirin.

Bi sedan kes ji navxwe û derveyî Başûrê Kurdistanê beşdarî karnevala Newrozê ya Amedê bûn. Grûpeke geştyaran a 30 kesî a ji welatên wek Almanya, Fransa, Nemsa jî beşdarî ahenga Newrozê bûn û dîlan û govend girêdan.

Geştyarê bi navê Lyonor ê ji Nemsayê dibêje, “Me serdana hevalên xwe kir li vir ku roja pêncşema borî zewicîn. Wan em vexwendin ji bo Akrê ji ber ku cihekî dîrokî ye ji bo Newrozê.”

Stevanê ji Almanyayê jî dibêje, “Ev cara me ya yekemîn e ku em têne vir û xweşiyê ji van dîmenan dibînin, bi rastî gelekî xweş e.”

Li gor rêveberya geşt û guzara akrê 70 hzar kes beşdirî kernevala newrozê bûn pitrî 40 hzar ji wan geştyarn û ewên din xelkê navçeyê û dewrubera... Li hemî chên bajerî geştyaryên byanî dhênedîtin...

Li gor Rêveberiya Geşt û Guzarê ya Akrê, 70 hezar kes beşdarî karnevala Newrozê bûn ku zêdetirî 40 hezar ji wan ji geştyaran û ên din jî xelkê navçe û derdorê bûn. Li hemû cihên bajar geştyarên biyanî tên dîtin.

Ronald Markêlbag ê ji Holandatê jî dibêje, “Em gelekî li ser Internêtê geriyan û me dît ku Akrê baştirîn cihê Newrozê ye, dema ku me dest bi plana geşta xwe kir, me danî ku em li Akrê Newrozê bikin.”

Konsul û nûnerên 40 welatan li karnevala Newrozê ya Akrê amade bûn, ji bo dîtina aheng û dîmenên serincrakêş ên Newrozê li Akrê.

Praşant Pîsê, Balyozê Hindistanê li Iraqê, dibêje, “Kurdistan gelek taybet e bo Hindistanê. Her dema têm Kurdistanê gelê wê gelek alîkar e li gel me. Îro jî rojeke gelek taybet e ku Newroz e, Newroza hemû hevalên Kurd pîroz be, bi navê xwe û xelkê Hindistanê dubare; Newroz pîroz.”

Olêg Levîn, Konsulê Rûsya yê li Herêma Kurdistanê, dibêje, “Ev cejneke netewî û dîrokî ye û ez hêvîdar im hemû Kurd li Kurdistanê bi selametî bi hev re bijîn.”

Sala duyem e li cihê ahengên cemawer yariyên agirî li serê gir tên avêtin ku îsal jî ji bo dema 15 xulekan esmanê qezayê ronî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst