Konsulê Tirkiyeyê xatir ji Nêçîrvan Barzanî xwest

21-02-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Konsulê Tirkiyeyê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Konsulê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê qebûl kir.

Konsulê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê Mehmet Mevlut Yakut erkê xwe yê ku ji sala 2022an ve berdewam dikir temam kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de spasiya hewlên Mehmet Mevlut Yakut ên ji bo pêşxistina pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwest.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de da zanîn ku Yakut spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar kir ku di erkê wî de piştevaniya wî kirine û kêfxweşiya xwe jî ji bo karkirina li Herêma Kurdistanê nîşan daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst