AFAD: 42 hezar û 310 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane

21-02-2023
RÛDAW
Nîşan AFAD Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - AFAD'ê ragihand ku di erdhejên bihêz ên di 6ê Sibatê de pêk hatin de 42 hezar û 310 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD), piştî erdhejên Bazarcix û Elbîstanê 7 hezar û 184 erdhejên biçûk çêbûne.

Hejmara kesên ku li Mereş,Dîlok, Riha, Amed, Edene, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kîlîs,Meletî, Xarpêt, gihîştine 42 hezar û 310 kesan.

Li herêma erdhejê 14 hezar û 740 personelên lêgerîn û rizgarkirinê yên tîmên herêmî û navneteweyî hê jî dixebitin.

Li herêmên ku erdhejê zêde bandor lêkirine 301 hezar û 289 çadir û 6 hezar û 375 konteyner hatine danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst