Komeleya Ehmedê Xanî: Zimanekî bi hêz misogerkirina pêşeroja neteweyan e

21-02-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê bi boneya 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî daxuyaniyek belav kir û bang li gelê Kurd kir, ku xwedî li zimanê xwe derkevin.

Komeleya Ehmedê Xanî ya li Rihayê, di daxuyaniya xwe de dibêje ku, xwedî lê derketina zimanê zikmakî û veguhestina wê ji bo nifşên nû erk û berpirsiyariya her kurdî ye.

Daxuyaniya komeleyê wiha ye:

“Zimanekî zikmakî yê bi hêz misogerkirina pêşeroja neteweyan e. Xwedî lê derketina zimanê zikmakî erkeke neteweyî ye. Zimanê dayikê hebûn, nasname û çanda mirovan e. Kesên ku dev ji zimanê xwe berdin dê dev ji hebûn û nasnameya xwe jî berdin û ber bi tinebûnê ve biçin.

Gel û neteweyên ku zimanê xwe bihêz girtine, çand û edebiyata xwe xemilandine û jiyaneke neteweyî ava kirine. Bê guman ku dê azadiya Kurdistanê jî bi tekoşîneke xurt a zimên pêk were.

Pêwîst e em di malên xwe de bi kurdî biaxifin û dewlemendiya ziman û çanda xwe veguhesînin nifşên nû. Divê di malên me de ziman û çanda kurdî serdest be. Pêwîst e her kurd ji bo serkeftina gelê xwe bi hişmendiya Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan li zimanê xwe xwedî derkeve.

Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî li gelê kurd û cîhanê pîroz be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst