Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo Rojhilatê Kurdistanê piştgirî xwest

20-11-2022
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Xwepêşandan Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyekê de bang li xelkê Îranê kir, bo piştgiriya xelkê Kurdistanê dakevin qad û kolanan û li dijî tundûtîjiya hêzên emnî yên Komara Îslamî ya Îranê nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di 66mîn roja xwe de berdewam in. Di wan sê rojên dawî de, xwepêşandanên berfireh bi taybet li bajarên Mihabad, Bokan, Seqiz û Sineyê hatine lidarxistin û hejmarek welatiyên sivîl bi guleyên hêzên Îranê hatine kuştin.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê îro Yekşembê 20ê Mijdara 2022 derbarê rewşa li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têde dibêje, “Komara Îslamiya Îranê tevaya bajarên Kurdistanê milîtarîze kiriye û ji serkotkirina xwînbar a xelkê nerazî xwe nade alî. Bi anîna hêzeke mezin a polîs, pasdar û tank û wesayitên zirhî atmosfêreke tirs û xofê li Kurdistanê çê kiriye û li çend bajaran dest bi kuştina xelkê kiriye.”

Di beşeke daxuyaniya xwe de, Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxwaz ji xelkê Îranê dike, bi beşdariya xwe ya berfireh di nerazîbûn û xwepêşandanên li kolanan de piştevaniya xwe bo xelkê Kurdistanê ragihînin û bi vî karî “yekgirtin û piştevaniya seranserî li dijî Komara Îslamî bihêztir bikin.”

Heman navend daxwaz ji rêxistinên mafên mirovan û navendên navdewletî kiriye ku piştgiriya xelkê Kurdistanê bikin û ji bo rê li kuştina xelkê Kurdistanê bigirin, bang kiriye ku zextê li Komara Îslamî ya Îranê bikin.

Ev yek di demekê de ye ku xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê îro derbasî roja xwe ya 66an bû. Ji roja Sêşembê 15ê Mijdara 2022an ve xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir bûne û di wan rojan de li gor çavkaniyên mafên mirovan, 29 kes li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên hêzên Îranê canê xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Îranê li hin bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi taybet li Mihabad, Bokan li parêzgeha Urmiyê, Sine û Seqiz li parêzgeha Sine, Pawe, Sehne û Ciwanro li parêzgeha Kirmaşanê hejmareke zêde ya hêzên Supaya Pasdaran û polîs li navenda bajaran bicih kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst