5 Dihokî li Mêrdînê hatibûn kuştin: Tohmetbar derketin pêşberî dadgehê

20-10-2023
RÛDAW
Nîşan Êrişa Mêrdînê Malbatên Dihokî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro duyemîn rûniştina tohmetbarên kuştina 5 endamên du malbatên Dihokî li dadgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi rê ve çû.

Şeva 19ê Kanûna Paşîn a 2023yan li parêzgeha Mêrdînê li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê 5 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Dihokê di êrîşeke çekdarî de hatibûn kuştin.

Duyemîn rûniştina dozê îro li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin.

Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina tohmetbarên girtî da û rûniştina din taloqî 16ê Kanûna Pêşîn a 2024an kir.

Bersûc Abdullah Kaplan û Faris Akseven ên di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn desteserkirin bi awayê online (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bûn.

Heyeta dadgehê piştî guhdarkirina parêzerên aliyan, biryar da ku ji pispor raporê bixwaze ku telefonên telefonên tohmetbaran ji nû ve lêkolîn bikin.

Herwiha dadgehê biryar da ku ji bankeyan re fermanek binivîse ji bo ku tevgerên hesabê bankê yên tohmetbaran eşkere bike ku di navbera wan de pere ji hev re şandine an na.

Li aliyê din li ser daxwaza parêzerên mexdûran, dadgehê biryar da ku 3 heval û xizmên tohmetbarê sereke Faris Akseven bi îhtimala ku têkiliya wan bi bi bûyerê re heye bi zorê bînin dadgehê.

Dadgehê rûniştina dozê taloqî 16ê Kanûna Pêşîn a 2024an kir.

Çi bûbû?

Şeva 19ê Kanûna Paşîn a 2023yan li ser rêya sereke ya di navbera Nisêbîn-Mêrdînê ji 2 malbatan 5 kesên ji parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê di otomobîlekê de hatibûn kuştin.

Ebdullah Salih Mistefa û Ehmed Celaledîn Îbrahîm ên ku wan di êrişê de jiyana xwe ji dest dabû li Dihokê du melayên naskiribûn.

Ebdullah Salih Mistefa bi hevjîna xwe Çîmen Şahîn Xalid û keça xwe Hindirîn Ebdullah Salih re diçûn serdana xizmên xwe yên li Samsûnê.

Wahîde Heyder Casim li Amedê civanê doktor hebû û bi kurê xwe mela Ehmed Celaleddîn Îbrahîm re ji bo dermankirinê çûbûn.

Piştî bûyerê lêkolîn hatibû destpêkirin û 5 kes hatibûn desteserkirin.

Gumanbar 23yê Kanûna Paşîn a 2023yan piştî temambûna karûbarên îfadeyê birin Dadgeha Mêrdînê.

Piştî ku li dadgehê îfadeyên wan hatin wergirtin, her pênc gumanbarên bi navên Faris A., Abdullah K., Ç,B. û Murat Y. û M.Ş. bi daxwaza girtinê şandin Dadweriya Sulhê ya Cezayê.

Piştî îfadeyan dadwer, derbarê Faris A., Abdullah K., Ç,B. û Murat Y. biryara girtinê da û kesê bi navê M.Ş jî bi mercê kontrola dadî hat berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst