PKKyê 4 xalen kontrolê radestî hikûmetê kirin

20-10-2023
Nîşan PKK Çiyayê Qereçokê Kampa Mexmûrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – PKKyê li navçeya Mexmûrê 4 xalên kontrolê yên li Çiyayê Qereçokê radestî artêşa Îraqê kirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ji bo karê teslîmkirinê berê peyman hatibû kirin.

Rayedarekî Îraqî ji Rûdawê re ragihand ku ev xalên kontrolê ji bo parastin û çavdêriya Kampa Mexmûrê hatibûn danîn.

Raydedarî Peşmergeyan jî li ser mijarê got, “Ev 4 xal li gorî peymanê hatin dewirkirin. Ji bo Kampa Mexmûrê bikeve kontrola Hikûmeta Îraqê, ev gav destpêk e.”

Li aliyê din, PKKyê doh ragihandibû ku wan hemû hêzên xwe yên li Kampa Mexmûrê vekişandine.

“Niha li Kampa Mexmûrê hêzeke me nemaye”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) li ser mijarê daxuyaniyek da û got:

“Rêveberiya tevgera me gihîşt wê encamê ku hêzên me yên li vê derê wezîfeya xwe temam kiriye û biryar da ku hêzên me yên li Mexmûrê werin vekişandin.

Ji destpêka meha îlonê û pê ve me hêzên xwe yên HPG û YJA Starê yên li vê derê ji ber ewlehiyê bi rengekî veşartî, rêxistinî û plankirî qonax bi qonax vekişandin Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Niha li Kampa Penaberan a Mexmûrê hêzeke me nemaye.

Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî zanibe ku hêzên me wezîfeya xwe temam kiriye û êdî pêwîstî pê nemaye ku vê wezîfeyê dewam bikin.

“Kesî ev daxwaz nekir”

Di mijara vekişîna hêzên me yên parastina gel ji qada Mexmûrê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve ti hêzê daxwazek nekiriye, bi temamî li ser bingeha fikir û biryara tevgera me hêzên me ji qadê hatine vekişandin.

“Me ev wezîfe bi dawî kir”

Hêzên me yên ku ji ber êrîşên DAÎŞê me şandibûn van herêman, ji Kerkûk û navçeyên wê, ji Rojava ji Kobanî, herî dawî jî di Nîsana 2018an de ji Şengalê, li hin deveran bi rengekî eşkere, li hin deveran jî bi rengekî veşartî hatin vekişandin.

Niha jî wekî qonaxa dawî ya vê pêvajoyê, me hêzên xwe yên li Mexmûrê bi rengekî ewle vekişandin û ev wezîfe bi dawî kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst