Li Hesekê teqîn: 3 şervanên HSDyê birîndar bûn

17-11-2024
RÛDAW
Nîşan Hesekê Teqîn HSD DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya navbera Reqa û Hesekê motorsiklêtek teqiya û di encamê de 3 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) birîndar bûn.

Li ser rêya giştî ya navbera Reqa û Hesekê ya ku wekî "Rêya Spî" tê naskirin, îro êvarî motorsiklêtek teqiya.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê teqînê daxuyaniyek da.

Li gorî şaneyên DAIŞê motorsiklêteke bombebarkirî ku xwekujekî diajot saet 5:40î  li nêzî Çerxerêya Panorama ya li ser Rêya Spî teqand.

HSDyê diyar kir ku di wê teqînê de 3 şervanên wan birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst