'Qeyûm bajarên Kurdan talan dikin'

20-08-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan HDP Amed Qeyûm
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarê Amedê di sêyemîn salvegera danîna qeyûman de çalakiyeke şermezarkirinê li dar xist. Hevşaredarê Batmanê ku ji kar hatibû dûrxistin Mihemed Demîr dibêje “Em armanca wan dizanin. Çawa ku di damezrandina Komara Tirkiyeyê de tehamûla wan ji Kurdan re nebû, bê çawa wextê referandûma Başûr çêbû digot ew serokên eşîran e û em nahêlin ku dewleteke Kurdan çêbibe, li ser eynî armanc û hestiyariyê îro qeyûm danîne ser şaredarên Kurdan. Îro bajarên Kurdan talan dikin.”

Di sêyemîn savegera danîna qeyûman a li ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li bajarê Amedê nerazîbûn hebû.

HDP'yiyan diyar kir ku heta niha qeyûman li şaredariyan hemû sazî û dezgehên çand û zimanê Kurdî ji holê rakirine û tenê dizî û talanê kirine. Ew dê di hilbijartina bê de van şaredariyan ji destê qeyûman derxin û hejmara şaredariyên xwe jî zêdetir bikin.

Partiya Demokratîk a Gelan, bi beşdariya beşek ji alîgirên xwe li Yenîşehîra Amedê çalakiyeke protestoyê li dar xist. HDP'yiyan dixwest meşek li dar bixin asayîşê tenê ji bo daxuyaniya çapemeniyê rê da wan.

Parlamenter û rêveberên HDPê di daxuyaniya xwe de diyar kirin karê yekemîn ê qeyûman bişaftina zimanê Kurdî bûye û ji ber vê yekê jî di şaredariyan de pêşî sazî û dezgehên çand û zimanê Kurdî ji holê rakirine.

Parlamentera HDPê ya Amedê Dêrsim Dag got “Îro qeyûm li bajarên Kurdan, li Kurdistanê çi dikin? Em dibînin qirkirina çandê dikin. Hemû saziyên çandî, hemû tabelayên Kurdî ji holê radikin.”

Di çalakiyê de hevşaredarên ku ji kar hatine dûrxistin jî amade bûn. Li gorî wan hevşaredaran, sîstema qeyûman berdewamiya sîstema feraseta avakirina komara Tirkiyeyê ye ku li ser tunekirina Kurdan hatibû avakirin.

Hevşaredarê Batmanê ku ji kar hatibû dûrxistin Mihemed Demîr dibêje “Em armanca wan dizanin. Çawa ku di damezrandina Komara Tirkiyeyê de tehamûla wan ji Kurdan re nebû, bê çawa wextê referandûma Başûr çêbû digot ew serokên eşîran e û em nahêlin ku dewleteke Kurdan çêbibe, li ser eynî armanc û hestiyariyê îro qeyûm danîne ser şaredarên Kurdan. Îro bajarên Kurdan talan dikin.”

Li gorî alîgirên HDPê qeyûman li şaredariyan tenê dizî û talanê kirine û ew ê careke din van şaredariyan ji destê qeyûman derxînin.

Welatî anî ziman “Em hatine hilbijartin, ew hatine malê me, welatê me ji me standine û li serî dixwin. Talan dikin, wêran dikin.”

Welatî diyar kir “Ew bajarên mezin ku ji aliyê qeyûman ve têne îdarekirin di nava rantê de, di nava gendeliyê de, di nava pîsatiyê de ne. Her tiştên ne li ser rê îro tê de têne kirin.”

Welatî destnîşan kir “Em vê yekê qebûl nakin. Heta ku em bi ser bikevin em ê li ber xwe bidin.”

Di hilbijartinên 31'ê Adara 2019an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li seranserê bajarên kurdan 65 şaredarî bi dest xistibûn. Lê di 19'ê tebaxa wê salê de di serî de şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, şaredariyên 45 bajar, navçe û bajarokan ketibûn ber qeyûman. Bi hinceta ku wezareta navxweyî ew ji kar girtine, mazbata nedabûn 6 hevşaredarên HDP'ê yên ku bi ser ketibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst