Li Sêrtê pevçûna çekdarî

20-08-2019
RÛDAW
Nîşan Sêrt Bakurê Kurdistanê Polîsê Tirkiyê Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê di navbera hêzên polîs û çekdarekî nenas de pevçûn derket û di encamê de polîsekî Tirkiyê birîndar bû.

 

Li gor zanyariyan, şeva bihorî li Taxa Algul a bajarê Sêrtê dengê çek û fîşekan hat bihîstin û ji ber wê yekê tîmeke hêzên polîs ber bi vê taxê ve çûye.

 

Medyayên Tirkiyê ragihandine, dema hêzên polîs gihîştine cihê ku dengê çek lê hatiye, kesekî nenas gulle berdane polîsan û di encamê de pevçûn derketiye.

 

Ji ber vê pevçûna çekdarî, polîsekî Tirkiyê birîndar bûye. Herwiha hatiye ragihandin, çekdarê nenas jî di encama pevçûnê de ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.

 

Polîsê birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hat rakirin.

 

Herwiha polîs derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst