Li Sêrtê pevçûna xwendekaran: 3 kes birîndar bûn

07-05-2024
RÛDAW
Nîşan Sêrt Xwendekar Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sêrtê xwendekarên dibistana amadehiyê pev çûn û di şer de 1 jê giran 3 kes xwendekar birîndar bûn.

Bûyer îro li taxa Algulê ya navenda bajarê Sêrtê çêbû.

Li gorî zanyariyan, ji ber sedemeke nediyar di navbera 2 grûpên xwendekarên dibistaneke amadehiyê de dema ji dibistanê derdiketin nîqaş derket.

Piştî nîqaşê her du grûp bi kêr, kulm, pehîn, dar û keviran pev çûn.

Di pevçûnê de xwendekarê 16 salî Alî U. bi kêrê ji zikê xwe bi giranî birîndar bû.

Herwiha du xwendekarên din ên bi navên Mazlum S. û Dogan S. jî bi derbên kulm û pehînan birîndar bûn.

Li ser ahahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û xwendekarên birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolîn da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst