Li Geverê jinek û zilamek di malê de kuştî hatin dîtin

20-06-2024
RÛDAW
Nîşan Gever Fatma Bezel Muhammet Uzun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, Fatma Bezela ji Konyayê û hevalekî wê li mala Bezelê kuştî hatin dîtin.

Bûyer duh şev li qata 4an a avahiyeke li Kolana Îpekyoluyê ya navçeya Geverê çêbû.

Serê sibê dema dergevan korîdorên avahiyê paqij dike, dibîne ku deriyê mala Fatma Bezel û Muhammet Uzun vekiriye.

Dergevan dengê xwe dike lê dema kes bersiva wî nade, ew polîsan ji rewşê agahdar dike.

Polîsên ku çûne cihê bûyerê dibînim ku Fatma Bezel û Muhammet Uzun bi çekê hatine kuştin.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê her du kesan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Herwiha derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Hat zanîn ku Fatma Bezela 24 salî li Balafirgeha Selahaddîn Eyyûbî ya Geverê dixebitî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst