BOKAN – Êrişên Tirkiyeyê yên li Efrînê şermezar kiribûn: Hat girtin

20-06-2024
RÛDAW
Nîşan Bokan Ceifer Emînî Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, welatiyekî Kurd ku pêştir êrişên Tirkiyeyê yên li Efrînê şermezar kiribûn, hat girtin.

Rêxistina Hengawê ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Îranê li navçeya Bokanê ya Urmiyeyê avêt ser mala girtiyekî berê yê bi navê Ceifer Emînî.

Hêzên ewlehiyê yên Îranê ew girtiyê siyasî veguhast cihekî nediyar.

Li gorî kesên nêzîkî  Ceifer Emînî, hêzên ewlehiyê bê biryara dadwer û hebûna ti tohmetekê ew desteser kiriye û heya niha jî cihê wî nayê zanîn.

Ceifer Emînî beriya niha bi sedema şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê yên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê hatbû desteserkirin.

Bi hinceta propagandeya li dijî desthilatê cezayê 6 meh cezayê girtîgehê li ser hatibû sepandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst