Li Bismilê di bin ewlehiya cendirmeyan de dirûn tê kirin

20-06-2023
RÛDAW
Wêne: Maşallah Dekak/Rûdaw
Wêne: Maşallah Dekak/Rûdaw
Nîşan Amed Bismil Şerê Malbatan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Bismila Amedê malbatên ku şerê hev kiribûn, di bin ewlehiya cendirmeyan de genim û cehên xwe didirûn.

Di 15ê Hezîranê de li gundikên Şidada û Sari Huseyîn a ser gundê Melefiyata ji ber erdan di navbera malbatên Taş û Alyamaç de3 ku xal û xwarzên hev in şer derketibû.

Di şerê ser zeviyan de 9 kes hatibûn kuştin û 2 kes birîndar bibûn. Ji ber van bûyeran îro 3 kes hatin girtin.

Xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane heta niha konê sersaxî dananîne.

Hêzên ewlehiyê li gundikên ku bûyer lê qewimî tedbîrên ewlehiyê yên tund wergirtine.

Di ketin û derketina gundan de otomobîl û mirov tên kontrolkirin. Tîmên cendirmeyan li der û dora gund hatine bicihkirin.

Hate dîtin ku li gund di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de dirûn tê kirin.

3 kes hatin girtin

Li aliyê din lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bismilê ya di derbarê bûyerê de berdewam dike.

Di çarçoveya lêpirsîna ku 3 dozger hatin erkdarkirin de 2 jê birîndar 10 kes hatibûn desteserkirin.

 

Piştî karûbarê yasayî yên li cendirmeyê ji 7 kesên ku sewqî edliyeyê hatin kirin 3 kes hatin girtin û 4 kes hatin berdan. Her wiha ji bo girtina 16 kesên din jî xebat berdewam dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst