TOLê ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê rizgar kir

17-04-2025
Nîşan TOL HSD Kurdên Êzidî Ciwan Rizgarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê rizgar kir ku 11 salan di destê wan de maye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku TOLê ew ciwan 12ê Adarê di operasyoneke ewlehiyê de rizgar kiriye.

Navê wî ciwanî Osman Xêro Xwedêda ye û ew 3yê Tebaxa 2014an di êrişa DAIŞê ya li ser Şingalê de tev li  malbata xwe hatibû revandin.

DAIŞê ew revandin Mûsilê û piştî wê bi 3 mehan Osman Xêro Xwedêda û 60 zarokên din ên Kurdên Êzdî şandin bajarê Elbûkemalê yê li rojhilatê li Dêrezorê.

Osman Xêro Xwedêda ji gundê Werdiyê yê Şingalê ye û sala 2006an hatiye dinê.

Li hêla din, li gorî Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî ya Herêma Kurdistanê, DAIŞê Tebaxa 2014an 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî revandin û heta niha 3 hezar û 585 kes ji wan hatine rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst