Kompanyayeke Amerîkî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê kir

20-05-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê HKN Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kompanyaya HKN ya Amerîkî ku li parzûngeha Sersingê kar dike, di rapora xwe ya sê mehên destpêkê yên îsal de diyar kir ku wan ji 25ê meha Nîsanê ve bi armanca bikaranîna li navxweyê Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê kiriye.

Li gor daxuyaniya Kompanyaya HKN ya Amerîkî, wan ji 25ê Nîsanê ve rojane rojane 22 hezar bermîl petrol li Herêma Kurdistanê firotine û pêşbînî dikin ku heta destpêkirina hinartina petrolê, rojane 25 heta 50 hezar bermîl li bazara navxwe bifiroşin.

HKNê ragihand, piştî ku boriya hinartina petrolê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat girtin û hemû embarên wê tijî bûn, di 19ê Nîsanê de ew neçar man ku hilberîna petrolê rawestînin.

Li gorî HKNê ji meha Nîsanê û vir ve 600 hezar bermîl petrol hatiye embarkirin û hilberîn ji bo xerckirina navxweyî ji nû ve dest pê kiriye.

Li ser nirxê petrola ku difroşin jî HKNê got ku nirx diguhere lê li gorî nirxê bazara navxweyî hevnirx e.

Dahata HKNê ya sê mehên destpêkê yên îsal li gorî heman çaryeka par ji sedî 17,9 kêmtir bûye.

Bihayên neftê yên cîhanî di çaryeka yekem a îsal de ji sedî 30,5 kêmtir bû li gorî heman çaryeka sala borî lê asta hilberandina kompanyayê ji sedî 18,2 zêde bûye ku zêdebûna asta berhemanînê di wê heyamê de qerebûya hinek li kêmbûna nirxê neftê dike.

Asta berhemanîna kompanyayê di çaryeka yekem a îsal de rojane 35 hezar bermîl bû ku di çaryeka yekem a sala borî de rojane 29.6 hezar bermîl bû.

HKNê da zanîn ku mafên xwe yên aborî yên 3 mehên dawî yên sala 2022an û sê mehên destpêkê yên sala 2023an ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nehatine dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst