Mereş: Piştî erdhejê vê carê jî bahozê qurbanî li dû xwe hîştin

20-04-2023
Ferdî Sak
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Mereş Bahoz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mereş a Bakurê Kurdistanê ku navenda erdheja 6ê Sibatê bû vê carê jî bi karesata bahozê re rûbirû ma ku kesekî canê xwe ji dest da û 44 kes jî birîndar bûn.

Dîmenên bahoza êvara Pêncşemê ne li navçeya Pazarcix a Mereşê ku navenda erdhejên 6ê Sibatê bû. Di demjimêr derdora 4ê êvarê de piştî baran û teyrokê li navçeyê bahozek bihêz rabû.

Qurbaniyên erdhejê di konan de rûbirûyî bahozê bûn. Bahozê li taxa Memîş Ozdal banê beşek xaniyan û bi dehan kon firandin. Hêza bahozê ewqas zêde bû xaniyên konteynir  li berxwe birin û otomobîl qulibandin.

Berbijêrê Partiya Karkerên Tirkiyê Alî Mert Canel anî ziman, “Em li navçeya Pazarcik a Kahramanmaraşê ne. piştî bahozê konbajarê Benvan  ê li Pazxarcixê hema bêje temamî jinavçûye. Çadir bi temamî firiyan. Me hejmareke zêde ya birîndaran birin nexweşxaneyê. Niha hejmareke zêde ya birîndaran li nexweşxaneyê tên ragirtin.”

Xelkê navçeyê ku di erdheja wêranker de ji xaniyên xwe bibûn vê care jî  ji konên xwe  bûne û daxwaza alîkariyê dikin.

Welatiyekî li ser bahozê got, “Weke hûn dibînin li vê derê malbatek û konek hebû. Çadir ji stûnan vebûye û firiyaye. Binêrin ev der jî hemû çadir bûn. Li vir çadir bi temamî firiyan û rê hatin girtin. Alîkarî zehmet digihije. Bahoz bi ser me re çû. Ez nizanim li aliyên  din çi heye lê li vê derê bo zarokan pêdivî bi cilên ziwa heye ji ber ku em bi temamî şil bûne.”

Wezîrê Çandînî û Daristanan serdana navçeyê kir û dest bi lêkolînan kir.

Parêzgarê Kordînator ê Kirikkale ku piştî erdhejê li Mereşê hatiye erkdar kirinragihand,   ji ber bahozê kesekê canê xwe ji dest daye û 8 jê giran 44 kes birîndar bûne. Her wiha bahozê zerer gihandiye 170 konên qurbaniyên erdhejê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst