Tirkiyê li Lice ya Amedê li dijî PKKê operasyon da destpêkirin

20-01-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê îro li navçeya Licê ya Amedê operasyoneke nû li dijî PKKê dane destpêkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê destpêkirina operasyonê ragihand û aşkere kir, operasyona Eren-2 ya Liceyê bi beşdariya 2 hezar û 24 personelan hatiye destpêkirin.

Di operasyonê de hêzên komando yên cendirme, operasyona taybet a cendirme, operasyona taybet a polîs û cerdewan beşdar in

Di daxuyaniyekê de hatiye ragihandin, ku operasyona Eren ku ji 11ê Çileya îsal ve li çiyayê Tendûrekê li dijî PKKê hatiye destpêkirin, berdewam dike.

Tirkiyê di wan çend salên dawiyê de fişarên li ser PKKê gelek zêde kirine û li nav sînorê xwe û Bakurê Kurdistanê û herwiha li derveyî sînor jî gelek operasyon li dijî wê pêk anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst