Galeriya wêneyan

12-03-2025
0 Photos
Abdulselam Akinci

Li navçeya Lîcê ya Amedê pîrozbahiya Newroza 2025an a yekem hat lidarxistin.

Pîrozbahî bi dirûşma "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" pêk hat.

Parlamenterên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), hevserokên şaredariyan, nûnerên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rezan Kaganarslan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Newrozê ya ji bo Kurdan û got:

“Ji bo gelê Kurd cejn ne tenê zayîna xwezayê ye, di heman demê de têkoşîna berxwedanê ye jî.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneşê jî anî ziman:

“Em dê agirê Newrozê ji bo Birêz Ocalan, ji bo Rojava, ji bo Rojhilat û hemû Kurdistanê pêxin.

Newroz ji bo me tê wateya rabûna ji mirinê, tê wateya berxwedana li dijî zordariyê.

Di ruhê Newrozê de binpêkirina azadiya jinan nîne, destdirêjiya li zarokan nîne, talankirina xwezayê nîne.

Em dê bi ruhê Newrozê agirê xwe li dijî zordarî û şerê taybet pêxin.

Em dê ji bo civaka demokratîk, ji bo aştî û azadiyê agirê xwe pêxin.”

Welatiyên ku bi cil û bergên Kurdî çûn qadê, demeke dirêj li ber def û zirneyê govend gerand.