PCS îsal jî Newrozê li Bazîdê pîroz dike: ‘Em dê bi meşaleyan bimeşin ba Xanî Baba!’

12-03-2025
RÛDAW
Nîşan Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Newroz Bazîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Ciwanên Serbixwe dê Newrozê li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê pîroz bike.

Platformê sala borî jî Newroz li Bazîdê li ser gora Ehmedê Xanî pîroz kiribû.

Pîrozbahiyên Newrozê li her 4 parçeyên Kurdistanê bi nêzîkbûna 21ê Adarê re dest pê dikin.

Platforma Ciwanên Serbixwe dê li Bazîdê li kêleka Qesra Îshaq Paşa û gora Ehmedê Xanî pîrozbahiyeke Newrozê saz bike.

Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

PCSyê li ser amadekariyên Newrozê di daxuyaniya xwe de got:

“Me li Agiriyê jî erebe eyar kir, kesên bixwazin ji Agiriyê werine Newroza Bazîdê bila me agahdar bikin da ku em cihê wan eyar bikin di erebeyê da.

Her wisa ji Amed û Bilîs û Wanê jî dê erebeyên me hebin, kesên dixwazin beşdar bibin bila peyamekê ji me re bişînin.”

Pîrozbahiya Newrozê ya PCSyê dê 20 Adarê saet 16:00an dest pê bike.

PCSyê di daxuyaniya xwe de her wiha anî ziman:

“Em dê bi cil û bergên Kurdî û bi Alaya Rengîn û bi meşaleyan bimeşin ba Xanî Baba!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst