AMED – Êrişa DAIŞê û qeyûmê Colemêrgê bi hev re hatin protestokirin

06-06-2024
Abdulselam Akinci
Nîşan Amed DAIŞ Qeysiyên Meletiyê Protesto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Ameda Bakurê Kurdistanê êrişa DAIŞê ya 5ê Hezîrana 2015an û qeyûmê Colemêrgê hatin protestokirin.

5ê hezîrana 2015an li Qada Stasyonê ya Amedê di mitînga HDPyê de du bombe hatin teqandin û 5 sivîlan canê xwe ji dest da û 400 kes jî birîndar bûn

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş jî beşdarî mîtîngê bûbû û ji hilbijartinên 7ê Hezîranê re re du roj mabûn.

Piştre derketibû hole ku DAIŞê ew teqîn encam daye.

Li hêla din, Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Li Amedê ji bo şermezarkirina vê êrişa DAIŞê çalakiyek hat lidarxistin û qerenfîl danîn cihê teqînê û çalakvanan qeyûmê Colemêrgê jî bi dirûşman protesto kir.

Li kolanên Amedê di navbera hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê û çalakvanan de alozî jî derketin û çalakvan di dorpêça polîsan de man.

“Kêliyekê berî kêliyekê ji vê sîyaseta qeyûm vegerin”

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn diyar kir li Kurdistanê hiqûqeke cihê heye û got:

“Hiqûqa ku li rojava heye û hiqûqa li Kurdistanê tê bicihanîn ne wekî hev in û ji hev cudatir in.

Em dîsa jî bangî desthilatê û palpiştê dikin û dibêjin: Dev ji demokrasîyê bernedin. Kêliyekê berî kêliyekê ji vê sîyaseta qeyûm vegerin.”

“Em li hemberî dizî û xespê li vîna gel xwedî derdikevin”

Şaredara Navçeya Yenîşehîrê Safiye Akdagê anî zimên ku ew li îradeya gel xwedî derdikevin û got:

“Em li hemberî dizî û xespa vîna gel, li vîna xwe xwedî derdikevin û em dê lê xwedî derkevin jî.”

Girseya ji ber şaredarîyê derbasî Deriyê Rihayê bû û vê carê beşdarî merasima bi meşale ya bibîranîna qurbanîyên teqîna 5ê Hezîrana 2015an bûn.

“Bavê çar zarokan bû”

Xwişka qurbaniyekî teqînê Gulîzar Kurulê wiha behsa birayê xwe kir:

“Necatî Kurul birayê min bû. Li cîhê bûyerê miribû. Bavê çar zarokan bû. Çar zarokên wî hebûn.”

Rojnamegerên ku şahidên teqîna 5ê Hezîranê bûn ew roj bi tirs û bi xof bi bîr anîn û sîyasetmedarên HDP û DEMê jî bertek nîşanî sîyaseta desthilatê da.

“Însanên perçebûyî hebûn”

Hatîce Kamera ku rojnameger e û di heman demê şahida teqînê ye wiha axivî:

“Dema em çûn ber trafo tiştê me dît, însanên perçebûyî hebûn.

Perçeyên laşê mirovan hebûn, polîs jî li erde bûn, xelk jî li erde hebû.

Wan êrişî me kir, êrişî rojnamegeran kir, kasoeke pir mezin hebû.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî bi bîr anî ku di navbera 7ê Hezîranê û 1ê Çiriya Paşîn de gelek bûyer û komkujiyên mezin çêbûn.

“Ev bûyer wekî projeyekê bû”

Parlementerê berê yê HDPyê Hesen Ozguneş li ser wê sedemê ev agahî dan:

“Serokwezîr wê deme Ahmet Davutoglû bû. Wî got van kuştinanan van, bûyerana dengên me zêde kirine.

Yanî ev bûyer wekî projeyekê bû.”

Merasîma bibîranînê bi danîna qerenfîlan ya cîhê teqînê û bi dirûşmên şermezerkarina bûyerê û protestokirina qeyûm bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst