Jinên Dêrsimî daxwaza başkirina şert û mercên cihê xwe yê kar dikin

19-12-2023
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê jinan stantên firotina karê destan danîne.

Li ber sermayê, di nav berf û baranê de grupek jinên Dêrsimî di bin van naylonan de kar dikin û bi dahata tiştên difiroşin zarokên xwe xwedî dikin.

Jinên kedkar ji rayedaran xwest ku ji wan re cihekî ewle û daîmî çêbikin, da ku ji ezyeta vî cihê zivistanê sar û havînê germ rizgar bibin.

Sala 2020ê Şaredariya Dêrsimê nêzîkî Mûzexaneya Dêrsimê û Parka Seyîd Riza ye ev stantên ku jin bikarin li ser karên destan bifiroşin çêkirine

Stantên hatine çêkirin ne li gorî şert û mercên zivistanê ne. Jin dixwazin zivistanê jî kar bikin û ev cih li gorî wê ji nû ve were çêkirin.

“Dîmenekî kirêt heye”

Esnafa bi navê Hulya Aydogduyê li ser rewşa xwe got:

“Ev der navenda bajêr e û herî zêde geştyar tên vir. Li vir sêyemîn muzexaneya herî xweşik a Ewropayê heye.

Li kêleka wê çiqas dîmenekî kirêt heye. Ya em dixwazin, li vir cihên daîmî û li gorî dîzayna bajêr bên çêkirin.

Ez amade me kirê û baca ku bê xwestin bidim. Ez tenê dixwazim wek mirovan û bi awayekî baş bijîm. Ez dixwazim di çavê mişteriyên xwe de binirx bim lê niha ez hest bi bênirxbûnê dikim.”

Havînê li vir 24 stantên ku jin li ser kar dikin û hene lê zivistanê ji ber şert û mercên dijwar tenê 6 jin kar dikin.

Ew dibêjin ji ber ku gelekî xirab e ew nikarin xwe û tiştên xwe ji sermayê biparêzin.

Esnafa bi navê Sevilay Sogutê jî got:

“Em wek jinên kedkar havîn û zivistanê di germa û sermayê de kar dikin. Rojên berf û baran be em nikarin vir vekin.

Dema di wan rojan de em vedikin jî tiştên me zererê dibînin. Berf û baran hemû bi ser me de dibare û tiştên me di nav heriyê de dimînin. Em dixwazin cihekî baş ku me biparêze ji me re were çêkirin.”

Jinên Dêrsimî dixwazin cihê wan li gorî Muzexaneya Dêrsimê ku 3yemîn muzexaneya herî xweşik a Ewropayê ye ji nû ve were dîzaynkirin û çêkirin, da ku ew bikarin tê de karê destan û berhemên xwemalî yên Dêrsimê bifiroşin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst